AMED - Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK), ji ber salvegera wefata Uweyş Ocalan peyameke nivîskî weşand û ew bibîr anî.
PAJK'ê di şexsê dayika Uweyşê de, hemû dayikên Kurdistanê yên cefakar, berxwedêr û kedkar, bi rêzdarî bibîr anî. PAJK'ê di peyamê de diyar kir ku keda dayikê ku ew hebûna xwe, civakîbûna xwe deyndarê wê ne, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bersiva herî bedew û watedar da û di vê oxirê de têkoşîna azadiya jinê afirand." PAJK'ê wiha cih da daxuyaniyê: "Di şexsê dayikan de me hevsengiya bêhempa ya xwezayê, ahengiya bêhempa ya gerdûnê û edaletê fêhm kir. Her ku me ji felsefeyeke afirîneriyê bawer kir, hîn bêhtir me wate da jiyanê û ji bo zêdekirinê me fêhm kir."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, polîtîkayên netewe dewlet, hêzên desthilatdar ên kapîtalîst, sazî û sîstema wê, sedem û çavkaniya bingehîn a êşên heyî yên jin û dayikan e û hat gotin, "Rondikên dayikan hîn bêhtir dibarin, di şer de neçar dimînin hîn bêhtir berdêlan bidin. Li dijî vê yekê, jin ji bo hebûnê têdikoşin." Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Weke milîtanên PAJK'ê em dayika Uweyşê bibîr dîtin û ji bo bibin zarokên bi xêr û kêrhatî yên dayikên xwe, em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin. Em bi serbilindî dibêjin, ku em şopdarên hemû dayikên di têkoşîna azadiyê de berdêl dane, em şopdarên şehîdên xwe yên jin in."