Bi dizî şûna sindoqên 12 taxên Êlihê guhertin

ÊLIH - YSK'ê li Êlihê ku HDP'ê ji sedî 80 deng girtiye şûna sindoqên 12 taxan ku 38 hezar û 540 hilbijêr deng bavêjin guhert. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku beyî agahiya hilbijêran hebe bi dizî cihê sindoqan guhertine. Aslan, ani ziman ku ji bo aqilê hilbijêran tev li hev bike û rê lipêş çûyîna hilbijêran a ser sindoqê bigire cihê sindoqan guhertine.

Ji referanduma Qanûna Bingehîn a 16'ê Nîsanê re 5 roj man. Di arifeya referandumê de cihê sindoqan bi awayekî dizî tên guhertin. Li 12 taxên Navenda Êlihê ku dengê HDP'ê ji sedî 80'ê ne, bi awayekî dizî cihê sindoqan hatin guhertin. Sindoqên 15 dibistanên li taxên Belde, Cudi, Gultepe, Pazaryerî, GAP, Petrol, Raman, Tilmerç, Seyitler, Petrolkent, Huzur û 19 Mayis ku 38 hezar û 540 hilbijêr dengê xwe bavêjin bi awayekî veşarî hat guhertin. YSK bêyî hincet û sedemê nîşan bide cihê sindogan guhert û li dibistanên cuda bicih kirin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajar biryara guhertina cihê sindoqan da û li şûna teblîgatê bişîne partiyan tebilgat şand ji muxtaran re. Rêveberên HDP'ê ku ji bo agahî û sedema vê guhertinê fêr bibin çûn Midûriyeta Lijneya Hilbijartina Bajar, rastî bersîva "Me biryar şandiye ji muxtaran re. Em ne mecbûrin we agahdar bikin. Herîn hûn çi dikin bikin." dane HDP'îyan. Li gori daneyên HDP'ê li 15 dibistanan cihê 103 sindoqên ku 38 hezar û 540 hilbijêr dengê xwe lê bikar bîne hatiye guhertin.

'DIXWAZIN HILBIJÊRÊN DIÇIN SER SINDOQÊ ASTENG BIKIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku beyî agahiya hilbijêran hebe bi dizî cihê sindoqan guhertine. Aslan, ani ziman ku ji bo aqilê hilbijêran tev li hev bike û rê lipêş çûyîna hilbijêran a ser sindoqê bigire cihê sindoqan guhertine. Guhertina cihê sindoqan tenê ji muxtaran re gotine. Teblîgat ji reveber û partiyên me re neşandine. Ev biryar li dijî hiqûq û rêveberiya hilbijartinê ye. Tu teblîg neşandin HDP'ê. Li gel rêveberên me bi awayekî fermî serî li Lijneyê da jî dîsa agahî nedan. Rêveberên me çûne agahî ji muxtarên taxan girtine.

'EM DÊ LI SINDOQAN XWEDÎ DERKEVIN'

Aslan, bang li gel kir ku li hemberî van lîstik û hileyan hişyar û baldar tev bigerin û li sindoqan xwedî derkevin. Aslan, xwest her dem welatî bi muxtaran re di nava dan û stendinê de bin û wiha got: "Ew çiqas me û sindoqan ji hev dûr bixin jî em dê biçin ser sindoqan û em dê li deng û sindoqan xwedî derkevin."

HDP'ê li dijî vê biryarê li Lijneya Bilind a Hilbijartinê gilî kir û biryar îtîraz kir.