NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li Şakranê diroja 55'an de berdewam dike. Ji bo hestiyarî û lêxwedîderketinê bi riya medyaya civaki hesabê twîtterê bang hat kirin. Bi riya twîtterê Hasthtaga bi navê #GrevabBirçibûneDiSînorêMirinêDeye dan destpêkirin.
Girtiyên siyasî, bi daxwaza "Bila dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê û Ocalan azad bibe. Bila zextên li ser girtiyan bi dawî bibe û şert û mercên girtiyan baş bibe. Bila operasyonên siyasî û leşkerî yên bi dawî bibin li gelek girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdeml û bêdorveger kirine. Li Girtigeha Şakranê girtiyên siyasî di 15'ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kiribûn. Grev li Şakranê di roja 55’an de berdewam dike. Li gelek girtîgehên din jî bi heman daxwaz û armancê di rojên cuda de didomin. Li hemberî vê bê dengiya di raya giştî de li ser malpera civakî ya twitterê ji bo girtiyan Hasthtag’a bi navê #AçlıkGreviÖlümSınırında û #HungerStrike55thDays her roj bi hezaran tweet tê avêtin.