ERZIROM - Li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê girtiyên siyasî dest nîşan kirin ku, li gel sererastkirina qanûnî jî mafê wan ê parastinê bi zimanê dayikê ji aliyê dadgehan ve tê astengkirin û di vî warî de banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
Li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê girtiyên siyasî dest nîşan kirin ku, mafê wan î parêziya bi zimanê dayikê ji aliyê dadgehan ve tê astengkirin û di vî warî de banga hestiyariyê li raya giştî kirin. Di nameya bi îmzeya girtiyên bi navê Mehmet Zekî Savûn, Okan Çelîk, Alî Haydar Guneş, Dogan Kanat, Yilmaz Gulçîçek, Mehmet Kamiş, Edîp Aslan, Erhan Karakaya, Yavûz Oran, Yaşar Alaca, Harûn Gul, Kadîr Gumuş, Sedat Yildiz, Sînan Taş, Halît Yilmaz, Celal Saridemîr, M. Emîn Akyuz, Veysel Karabûdak û Yavûz Karabûdak a ku ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Erziromê hat şandin de hat destnîşankirin ku, astengkirina mafê parêziyê, di wesfa sûcê makezagonî de ye.
‘PARÊZIYA BI PEREYAN TÊ FERZKIRIN'
Di nameyê de hat destnîşankirin ku, li gel sererastkirina qanûnî jî mafên wan î parêziya bi zimanê dayikê tê astengkirin û wiha hat gotin:"Bi pêkhatina hewldana derbeyê re, li girtîgehan jî rewşeke alozî bûye serwer. Gelek çewisandin û sepandinên derhuqûqî ketine dewrê. Ji van sepandinên derhuqûqî yek jê jî, astengkirina parêziya bi zimanê dayikê ye. Di vê mijarê de, her çiqas sererastkirineke qanûnî heye jî, tam nayê bikaranîn. Û hin pirsgirêk xwe didin der. Mafê me yî parêziya bi zimanê dayikê tê astengkirin. Pirgirêka wergêran tê jiyîn. Parêziya bi zimanê dayikê ku mafê herî xwezayî yê mirov e, tabiî hucreyekê tê kirin. Paraziya bi pereyî tê fezrkirin."
‘KURDÎ HÎN JÎ WEK ZIMANEKÎ NAYÊ ZANÎN E'
Di nameyê de hat destnîşankirin ku, ji ber mafê parêziya bi zimanê dayikê ya girtiyan tê astengkirin, girtî bi darazeke neheq re rû bi rû dimînin û hat diyarkirin ku, heyetên dadgehan hîn jî kurdî wek "zimanekî nayê zanîn" derbasî qeydan dikin. Di nameyê de wiha hat gotin:"Ji ber vê pirsgirêkê, dema girtinê tê dirêjkirin. Ji ber bersûc xwe tam naparêze, rastî cezayên neheq tê. Ev pirsgirêk ji bo me pirzgirêkeke jiyanî ye û em dixwazin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hûn hewl bidin. Ji ber çareserkirineke hîmdar tune ye, wek me li jor jî vegot, hin dadgeh û heyetên wan li gor feraseta xwe nêzî van pirgirêkan dibin û mafê qanûnî naxin dewrê."
BANGA LI RAYA GIŞTÎ
Di nameya ku bang li raya giştî hat kirin de wiha hat gotin:"Bi hin astengiyan kesên dixwazin peywira wergêrtiyê bikin û ji bo vê serlêdanên resmî dikin, tên astengkirin. Ev hem bi awayekî mirovî û hem jî jiyanî me mexdûr dike. Ji bo ev mexdûriyeta me ji holê rabe û xitimandina li dadgehan bê astengkirin, daxwaza me ji we hûn muracaatên hewce dikin pêk bînin."