Kesek li Şirnexê hat girtin

ŞIRNEX - Li Şirnexê ji 4 kesên 3 roj berê hatibûn binçavkirin jê Abdulselam Baysal hat girtin.

Li navenda Şirnexê, polîsan di 8'ê nîsanê de bi ser malên welatiyan de girt û welatiyên bi navê Abdulselam Baysal, Salih Ceylan, Îdris Deniz û Abdurrahim İke binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin sewqî drozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li Dozgeriya Şirnexê, dozger 4 welatî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Heyeta Dadgeha Cezayên Silhê ya Şirnexê Ceylan, Deniz û İke serbest berdan û der barê Abdulselam Baysal de jî bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" biryara girtinê da. Baysal birine Girtîgeha Tîpa T a Şirnex.

Birayê Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, Haşim Îmret ê di heman rojê de hatibû binçavkirin jî, duh piştî îfadeya li Miduriyeta Polîsan a Cizîrê hat berdan.