Girtiyên di grevê de sewq kirin

KARAMAN - 3 girtiyên li Girtîgeha Tîma M a Ermenekê ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne, sewqî girtîgehek din kirin.

Li Girtîgeha Tîma M a Ermenekê ya Karamanê 3 girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bûn sewqî girtîgehek din hatin kirin. Girtiyên bi navê Mehmet Salih Filiz, Ahmet Guven û Emre Salduz ên di çalakiya greva birçîbûnê de bûn ji Ermenekê sewqî girtîgehek din hatin kirin. Nehat zanîn ku girtî şandine kijan girtîgehê.

Hat zanîn ku zextên li ser girtiyan berdewam dike. Xizmên girtiyan anîn ziman ku girtiyên ji doza FETO li odeyên tenişta girtiyên siyasî bi cih dikin.