MÊRDÎN - Bi nêzîkbûna referandûmê re HDP'ê lez da xebatên referandumê. Heyeta HDP'ê li Nisêbînê gund bi gund digerin û sedema 'Na'yê ji welatiyan re vedibêjin. Endama TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kirku divê her kes bi ruhê berxwedana Nisêbînê biçin Ser sindoqan.
Heyeta ji parlementerên HDP'ê yên Mêrdînê Erol Dora, Alî Atalan, rêveberên HDP û DBP'ê û endama TJA'yê Ayşe Gokkan û Dayîkên Aştiyê pêk dihat gundên Nisêbînê ziyaret kir. Heyetê gundên Şabanê, Çalê, Bamidê, Cibilgiravê,Talatê, Cinata Miho, Cinata Hiso, Miştînê, Xerabê Baba, Hebîsê, Kurukê, Sitlîlê, Hatxê û Dalayê ziyaret kir û sedema "Na'yê ji welatiyan re vegot.
'EM BIÇIN SER SINDOGAN Û LI DENGÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN'
Heyetê li gundê Xerabê Baba ku bi rojan qedexeya derketina derve lê hat îlan kirin axaftin kirin. Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora xwest ku pergala hikûmet li ser wan ferz dike û li dijî demokrasiyê ye qebûl nekin. Dora xwest her kes li dijî vê pergalê dengê xwe bilind bikin û li hemberî hemû cureyên şidetê rawestin. Dora xwest ji bo dîsa pêvajoya aştî û çareseriyê pêş bikeve her kes biçin ser sindoqan û li deng û sindoqan xwedî derkevin. Dora, anî ziman ku ew dê bi înat bibêjin aştî û heta aştî pêk bê dê bi xebitin û cudahiyê naxin navbera gelan.
'EM DÊ WAN DI SINDOQAN DE BI FETISÎNIN'
Endama TJA'yê Ayşe Gokan jî, anî xwest gel bi rihê berxwedana Nisêbînê li sindoqan xwedî derkeve û wiha got: "Me gelek êş kişandin niha Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan 18 salin di girtîgehê de ye û Girtiyên Azadiyê jî 55 rojin di çalakiya birçîbunê dene. Em despêkê berxwedana wan silav dikin. Pêwîste em her roj li gel wan bin û ji bo mirin çênebin em xwedî li berxwedana wan derkevin. Ji ber kû em sistema yek zilam yek al û yek netew qebul nakin em dibêjin 'NA'. ji Şideta li ser jinê re em dibêjin 'NA', ji bo ciwanên kû cenazeyên wan dibin jêrzemÎnan de mane re emê bêjin 'NA' û emê wan di sindoqan de bi fetisînin. Em hîvîdikin kû gelê me çawa li berxwedana Cizîr, Nisêbîn û sûrê xwedî derketin bi heman awayî li sindoqan jî xwedî der kevin."
'RÊYA XÊRÊ NA YE'
Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan jî xwest kurd guh bidin wicdanê xwe û bêjin "Na"
Welatiyên gundê Xirabê Baba ku 19 rojan derketina derve lê hatibû qedexe kirin jî diyar kirin ku dê di referandumê de bêjin 'Na'. Gundiyan destnişan kirin ku dê 7 salî heta 70 salî dibêjin "Na".