MUŞ - Leşkeran li Bajaroka Konakkuran a navçeya Milazgirta Mûşê bi ser malan de girt û 17 kes binçav kirin.
Leşkeran di saetên serê sibê de li bajaroka Konakkuran a Milazgirta Mûşê bi kûçikan bi ser gelek malan de girt. Leşkeran, di serdegirtina malan de 17 kes binçav kirin. Leşkeran li serdegirtina malan de bi detektoran li hundirê malan lêgerîn kir û pişti lêgerînê 2 mixtar jî di navde 17’ kes binçav kirin ^birin Fermandariya Komando ya Milazgîrtê.
Hat zanîn ku der barê 30 kesên din de jî biryara lêgerînê heye.