MÊRDÎN - Xebatên HDP'ê yên referandumê wekî li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiye li Nisêbînê jî bi hemû leza xwe berdewam dikin. Heyeta ji endam û rêveberên HDP, TJA, DBP'ê û Dayikên Aştiyê pêk tê, kargehên tekstîlê yên navçeya Midyadê ziyaret kirin.
Nûner û rêveberên KCD, TJA, HDP, DBP, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek saziyên sivîl û civakî bi karbeşî û tevlêbûnek xurt li bajar, navçe, tax û gundan bê navber xebatên referanduma 16'ê Nîsanê yên "Na" dimeşînin û sedema "Na"yê vedibêjin. Li navçeya Nisêbînê û gundên wê jî heyeta ji nûner û rêveberên KCD, TJA, HDP, DBP û Meclîsa Dayikên Aştiyê pêk tê bê navber xebatên "Na" bi rêxistin dikin. Heyeta ku parlementerê HDP'ê Alî Atalan û endama TJA'yê Ayşe Gokkan jî di navde kargehên Tekstîlê yên navçeya Midyada Mêrdînê ziyaret kirin û sohbet kirin. Endama TJA'yê Ayşe Gokkan di ziyaretê de, xwest her kes ji bo bibin xwedî pêşerojekî azad divê her kes bêjin "Na". Gokkan xwest her kes li dijî hemû cureyên tundî û zextan rawestin û bêjin "Na" û wiha got: "Li Tirkiyê girtîgeh bune weke wargehên zilmê. Ger ku em bikarin di referandumê de 'Na' derxin, em dê deriyê zîndanan jî vekin û dê herkes azad bibe."
ŞIRNEX
Li navçeya Silopiya Şirnexê rêxistinên HDP û DBP’ê û hevşaredarên bajêr Seyfetîn Aydemîr û Emîne Esmer di çarçoveya xebatên hilbijartina referandumê çûn serdan gundan. Gundiyên Gundhediyê, Bedro û Nêrvan, bi germahiyek mezin heyeta HDP û DBP'ê pêşwazî kir. Di gerandina gundan de belavokên “Na” û alên keske sor û zer ên “Na” li ser li zarok û jinan hatin belavkirin. Gundiyan keyîfxweşiya xwe anîziman. Dîsa dema rêxistinên HDP’ê di nav gundan de di geran zarokan dirûşmeyên “Bîjî Serok Apo” û “Bêjin Na” avêrtin. Dayîk û jinên ciwan bi kefiyên kesko sor û zer li beriya wesayîta anosê girtin govendê.” Gundiyên gundê Bedro diyar kirin ku ew bi hatina rêxistinên HDP’ê gelek keyîf xweş bûne. Gundiyan ji xebatkaran re got ku ne hewceye hûn werin em ê biçin ser sandiqan û em ê bibêjin “Na”.