AMED - Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê, têkildarî tayînkirina qeyûman û girtina hevşaredaran rapor amade kir û parve kir. Komîsyona DBP'ê di raporê de anî ziman ku piştî hilbijartina rêveberiyên herêmî 103 şaredarî qezenç kirin û ji van şaredariyan 83 şaredarî qeyûm hat tayînkirin û desteserkirin. Komîsyonê destnîşan kir ku niha 89 hevşaredarên wan jî girtî ne.
Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî zextên li ser şaredariyan, tayînkirina qeyûman û girtina hevşaredaran rapor amade kir. Komîsyona DBP'ê rapora ku ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha amade kiriye bi raya giştî re parve kir. Komîsyona DBP'ê li Buroya Çapemeniyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê ku ji rêveberiyên herêmî berpirsiyar Emine Ozmen, Hevşaredara Êlihê ku ji peywirê hat dûrxistin Gulistan Akel û Hevşaredara Hezro Guler Ozavci amade bûn. Komisyona DBP'ê di civînê de bal kişand ser zextên OHAL û pekanînên KHK'ê, girtin û desteserkirina şaredariyan.
QEYÛM TAYÎNÎ 83 ŞAREDARIYAN KIR Û 89 HEVŞAREDAR GIRTÎ NE
Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Emine Ozmen, destnîşan kir ku piştî 2015'an pêvajoya şer dest pê kir li dijî hevşaredarên wan operasyona binçavkirin û girtinê dest pê kir û wiha got: “Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha qeyûm tayînî şaredariyên me kirin û hevşaredarên me hatin girtin. Heta 27'ê Adara 2017'an ji 103 şaredariyên DBP'ê 83 şaredariyên me ji destên me hatin girtin û qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Dîsa 89 hevşaredarên me girtî ne. Ev rapor desteserkirina şaredariyên me yên bi fermana hikûmetê ji aliyê qeymeqam û waliyên herêmê ve pêk hatiye nîşhan dide. Dîsa ji sala 1999'an heta niha şaredariyên ku ketine destê kurdan di qada civakî zayendî, çandî, ziman û gelek qadên din de gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin. Piştî tayînkirina qeyûmê ev destkeftî tev yek bi yek paşve tên girtin.
37 NAVENDÊN JINAN HATIN GIRTIN
Piştî qeyûm hatin tayînkirin heta niha 37 navendên jinan ku xizmeta jinê dike û projeyan ji wan re ava dikin bi destê qeyûmê hatin girtin. Ev jî feraseta hikûmetê ya li dijî jinê nîşan dide.
ÊZÎDÎ LI KAMPA AFADÊ BI CIH KIRIN
Êzîdîyên ku di sala 2014'an de ji ber êrîşên DAİŞ'ê ji Şengalê reviyan û hatin li Amedê bi cih bûn, ji kampa Şaredariya Yenîşehîrê dexistin û birin li Mîdyatê di kampa AFAD'ê de bi cih kirin. Dîsa li dijî feraseta xizmeta pir zimanî û pir çandî ya şaredariyên me ji aliyê qeyûmê ve polîtîkayên bişaftin û înkarê hat destpêkirin. Xebatên ji bo hafizaya civakê zindî bihêle yên wekî Bîrdariya Roboskê, Peykerê Orhan Dogan, Anmet Arîf ji ahiyê qeyûmê ve hatin rakirin û xerakirin. Dîsa piştî qeyûm hatin tayînkirin hemû xebatên çandî, civakî û parastina mafên jinê hatin betalkirin û derî li wan hatin girtin.
2 HEZAR Û 22 XEBATKAR HATIN ÎXRACKIRIN 585 KES JI KAR DÛR XISTIN
Ozmen, heri dawî da zanîn ku piştî tayînkirina qeyûman 2022 xebatkarên şaredariyê hatin îxrackirin û 585 personel jî ji kar hatin dûrxistin.