Li şaredariyê 'dorpêçkirina qeyûmê'

WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku qeyûm tayînî wê hat kirin, hema bêje di bin dagirkeriya polîsan de ye. Hawirdorê avahiyê bi bariyeran hatiye girtin û li pêşiya wê wesayîtên zirxî tên rawestandin. Her wiha xebatkarên şaredariyê yên dikevin avahiyê jî ancax piştî lêgerînê dikarin têkevin avahiyê û navê wan yeko yeko tê qeydkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya Waliyê Wanê wek qeyûm tayînî wê hat kirin, hema bêje veguheriye qereqolê. Avahiya şaredariya ya ku her çar aliyê wê bi bariyeran hatiye dorpêçkirin û baxçeyê wê ji wesayîtên zirxî xalî nabe, hemû wesayîtên dikevin otoparka şaredariyê jî, ji aliyê peywirdarên ewlehiyê yên taybet û polîsan ve tên arav û taravkirin. Li avahiya ku hema bêje di bin dagirkeriya polîsan de ye, xebatkarên şaredariyê jî dema dikevin avahiyê rastî lêgerînê tên û navê wan yeko yeko tên qeydkirin.

JI WESAYÎTÊN ZIRXÎ XALÎ NABE

Hemû rêyên diçin avahiyê bi TOMA'yan hatine girtin û tenê gihaniya şaredariyê di ser rêyekê de pêk tê. Welatiyên ji mecbûrî di ber avahiyê re derbas dibin ji aliyê polîsên sivîl ve wek "gumanbar" tên şopandin û tên tacîzkirin. Li têketina avahiyê jammerên sinyalbir, 2 otobêsên zirxî yên polîsên çewîkê vediguhezînin, wesayîtên zirxî yên kobrayî û wesayîteke zirhî ya bi tîpa ejderî bi şev û bi roj tên rawestandin.

GEL NAÇE ŞAREDARIYÊ

Beriya qeyûmê, avahiya şaredariya ku her roj bi sedan welatiyî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe serdana wê dikirin, niha tu kes serdana wê nake.

LI HUNDURÊ AVAHIYÊ POLÎSÊN DI DEST WAN DE ÇEK

Li hundudirê avahiya ku bi wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin jî, polîsên ku di dest wan de çekên giran hene cih digirin. Xebatkarên ku di têketina avahiyê de dikevin şaredariyê di amûra X-Rayê re derbas dibin û li hundur polîsên destê wan li ser tetikê wan pêşwazî dikin. Pişt re xebatkar rastî lêgerîna peywirdarên ewlehiyê yên taybet tên û piştî navê wan yeko yeko tên nivîsandin derbasî yekeyên xwe dibin.

TACÎZ, HEQARET, GEF

Polîsên ku lêgerîna peywirdarên ewlehiyê yên taybet li dilê wan rûnanê, hema bêje wek tacîz bikin cara duyemîn lêgerîna xebatkaran dikin. Yên li dijî vê bertek nîşan didin jî, rastî heqaret û gefên polîsan tên. Polîsên li qatê têketinê hatine bicihkirin jî, carinan derdikevin qatên jor û li nav û yekeyên hin xebatkaran dipirsin.

LI AVAHIYÊ LÊGERÎNA BI KÛÇIKAN

Polîsên ku ewraqên tên avahiyê jî raçav dikin, 3 rojan carekê li temamiya avahiyê di bin navê "lêgerîna bombeyê" de bi kûçikên perwerdekirî lêgerînê dikin.