NAVENDA NUÇEYAN - Xebatên referanduma 16'e Nîsanê di pêşengiya KCD, HDK, HDP DBP, TJA Meclîsa Dakiyên Aştiyê yên "Na"yê bi coş û kelecanek mezin didome. Ziyaretên, esnafan, gundan û mîtîngên "Na'yê yên tên lidarxistin bi coşa "Teqez em dê serbikevin" didome. Li Stenbol, Îzmir, Riha û Amedê ger û ziyaretên "Na"yê hatin kirin. Li Stenbolê Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku heta ev coş hebe ew dê teqez bi ser bikevin."
STENBOL
Li ser banga Rêxistina HDP'e ya Zeytinburnu li Qada Adliyê bi hezaran kes li hev kom bûn û govend gerandin. Di şahiyê de Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan û Endamê MYK'ê amade bûn. Parlamenter Paylan anî ziman ku heta ev coş û kelecan hebe ew dê teqez bi ser bikevin. Welatiyên li Qadê kom bûn li ber stranên Nihat Qamişlo govend gerandin.
ÎZMÎR
Rêxistina HDP'e ya Îzmirê jî, têkildari mitînga ku di 12'ê Nîsanê saet di 17.30'an li Qada Gundogdu pêk bîne li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan, Endama MYK'ê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun Hevserokê HDP'ê yên Îzmirê Mahfuz Guleryuz û Gulay Bîlîcî amade bûn. Hevserokê HDP'ê Mahfuz Guleryuz, bal kişand ser astengiyên li pêş xebatên xwe û anî ziman ku tevî hemû astengiyan ew amade ne. Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Muslum Dogan jî li ser girîngî û wateya mîtîngê rawestiya. Prof. Dr. Beyza Ustun jî bang li jinan kir û xwest jin beşdarî mîtingê bibin.
RIHA
Rêxistina HDP'ê ya Rihayê jî bê navber xebatên xwe yên ziyareten gund, navçe û esnafan berdewam dike. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan, di saeten serê sibê de çû Bîrecîkê û esnafên Mazata sewalan ziyaret kir. Piştre çû li gundên Bîrecikê geriya û gundî ziyaret kirin.
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan jî li navçeya Hewayê esnaf ziyaret kirin û li esnafan guhdar kir. Dîlek Ocalan piştî esnafên Hewagê ziyaret kir piştre çû li gundên Hewagê geriya û sedema "Na"yê vegot. Ocalan li gundê Tezxerab, Çarmelîkê rastî eleqeyek mezin hat.
AMED
Rêxistina HDP'ê ya Pasûra Amedê jî bi heman armancê esnafên navçeyê ziyaret kir û sedema "Na"yê vegot. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, endam û rêveberên HDP û DBP'ê esnaf ziyaret kirin û sedema "Na"yê vegotin. Uca, bal kişad ser çalakiya Greva birçîbûnê ya li Şakranê ku 55 rojin berdewam dike û xwest li dijî zilma li ser girtiyan û li ser gel tê meşandin her kes biçin ser sindoqan û bêjin "Na" .Uca, anî ziman ku daxwazên girtiyên siyasî daxwazên wan in û xwest demek berî demekê daxwazên wan pêk bînin. Uca, bang li her kesî kir ku beşdari mîtînga 15'ê Nîsanê ya li Amedê bibin.
DÎLOK
Rêxistina navçeya Şehîtkamil a HDP’ê bi wesayîta "Na"yê li Taxa Golluce û çarşiya Golluceyê geriya û broşurên "Na"yê belav kirin. Endamên HDP’ê esnaf bi esnaf geriyan û divê çima bêjin "Na" vegotin. Her wiha endamên ciwanan ên Rêxistina CHP’ê yên Şahînbey jî li pêşiya Zanîngeha Dîlokê broşurên "Na"yê belav kirin, xwendekaran eleqeyek mezin nîşanî broşurên "Na"yê dan.