COLEMÊRG - 80 hêstirên ji aliyê leşkeran ve li gundên sînor ên Agirî û Wanê hatin zevtkirin, 45 roj berê wan anîn Colemêrgê û niha li benda firotinê ne.
Hêstirên li herêmên sînorî yên Agirî û Wanê hatin zevtkirin, li gundê Xenanîs û mezrika Pêkropê yên Colemêrgê tên rawestandin. 80 qantirên ku gelê herêmê wan di bazirganiyê de bi kar dianîn û ji aliyê leşkeran ve bi hinceta "ji bo qaçaxçîtiyê tên bikaranîn" hatin desteserkirin, 45 roj berê wan anî bûn Colemêrgê û piştî kirariyên qanûnî teslîmî Yedîemîn hatin kirin. Qantirên ku 2 şivan rojê bi 100 TL'yî li wan dinihêrin, piştî rapora ku dê ji aliyê Gerînendetiya Gumrikê ve bê amadekirin, wê ji bo firotinê bên berpêşkirin.
HER SIBEH Û HER ÊVAR WAN DIHEJMÊRIN
Fîkret Akiş ê ku li mezrikê şivantiya qantiran dike diyar kir ku, ew li benda mezaxa ku dê heywan lê bên firtin in û anî ziman ku, ew her sibeh û her êvar qantiran dihejmêrin. Akiş wiha axivî:"Ev qantir li ser sînor di bazirganiya sînor de tên bikaranîn û dewlet ew desteser kirine. Ev nêzî 45 roj e, em şivaniya van qantiran dikin. Em li axur her sibeh qantiran dihejmêrin û dibin mêrgê. Êvarî em dubare wan dihejmirin û dixin axur."
PIRANIYA WAN AÎDÎ ÎRANÊ NE
Ji şivanan Adîl Kaçar jî anî ziman ku, ji ber heywan berê li nêvengên netenduristiyane hatine ragirtin, nexweş ketine. Kaçar diyar kir ku, piraniya qantiran ji gundên Îranê derbasî Tirkiyeyê bûne û wiha axivî:"Bi hinceta li ser sînorên Bazîda Agiriyê û Elbaka Wanê di bazirganiyê de hatine bikaranîn, hatine desteserkirin. Piraniya wan jî, aîdî gundên Îranê ne. Ev heywan dema hatin girtin, li gundên cihê ku lêhatibûn girtin dihatin rawestandin. Dema me ew sewqî vir kirin nêzî 20 heb ji wan telef bûn." Kaçar anî ziman ku, piştî pêvajoya qanûnî ya ku didome wê bên firotin.