Silêmaniyê piştgirî da girtiyên greva birçîbûnê

SILÊMANÎ - Komek doktor û karmendên tenduristiyê, bi kampanyekê piştgirî dan daxwazên girtiyên li Girtîgehên Tirkiye ketine greva birçîbûnê. Doktor û karmendan, bang li hemû aliyan kir ku tevlî kampanyayê bibin.

Li gorî nûçeya Dana Omer yê ROJnewsê komek doktor û karmendên tenduristiyê li Parka Nalî ya bajarê Silêmaniyê bi armanca piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li Girtîgehên Tirkiye, daxuyanî dan û kampanya dan destpêkirin. Endama Heyetê Sema Mihemed daxuyanî da û diyar kir ku girtiyên siyasî yên li Tirkiyê wek helwesta li hemberê zilm û zordariya dewleta Tirkiye dest bi greva birçîbûnê kirine. Sema Mihemed di daxuyaniyê de wiha got: "Di sala 2016’an û 2017’an de dewleta Tirk 5 hezar endamên HDP’ê xistiye zindanan. Di nava wan de 89 hevşaredar û 13 parlamenter ji hene. Di meha Sibata 2017’an de hindek ji zindaniyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Niha greva birçîbûnê ketiye roja 55’an. Dewleta faşîst a Tirk li şûna daxwaza girtiyan pêk bîne, zextê li ser xizmên girtiyan dike ku girtî dawî li çalakiya xwe bînin. Em wek doktor û karmendên tenduristiyê yên Başûrê Kurdistanê kampanyaya piştgiriya ji bo daxwaza girtiyên dest bi greva birçîbûnê radigehînin. Em helwesta dewleta faşîst a Tirk li Bakûrê Kurdistanê li dijî gelê Kurd dimeşîne şermezar dikin.”

Endamê kampanyayê Bêstûn Fetah jî diyar kir ku dê kampanya heya dawiya çalakiya greva birçîbûnê li Bakûrê Kurdistanê û heya daxwazên zindaniyan tên bersivandin dewam bike. Fetah anî ziman ku dê îmze werin komkirin û wiha got: “Eger daxwaza zindaniyan pêk neyên, greva birçîbûnê dewam bike, dê di rojên pêş de kampanya me berfirehtir bibe. Emê xwepêşandanan jî lidar bixin.”