AMED - Malbatên girtiyên ketine greva birçîbûnê û siyasetmedar jî di nav de 20 kes li Amedê ketin greva birçîbûnê. Grev wê 2 rojan bi dorvegerî û bêdem bidome. Malbatan bang li her kesî kir û xwest kes bêdêng nemînin. Malbatan anîn ziman ku bêdengî şirîkatiyasûc e.
Malbatên girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne, nûnerên DBP, HDP, TJA û KCD’ê, piştî ku li avahiya DBP’ê ya Bajarê Amedê daxuyanî dan çapemeniyê, dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê wê 2 rojan carekê bi dorvegerê, bi rengekî bêdem bidome. Grev bi 20 kesan dest pêkir. Li salona grevê lê dest pê kir, pankarta bi zimanên Kurdî û Tirkî ya bi nivîsa “Bêdengî hevpariya mirinê ye. Em ê bêdeng nemînin” hate daliqandin. Çalakgerên ketin greva birçîbûnê, tîşortên ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li ser e, li xwe kirin.
Ji bo destekê bidin greva birçîbûnê, Parlamentera Amedê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, Cîgira Hevserokên DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, rêveberên DBP û HDP’ê jî di nav de gelek kes tevlî çalakiya xizmên girtiyan bûn. Li salonê dirûşmên “Girtî rûmeta me ne”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin qîrîn.
Li ser navê çalakgeran Alîkarê Hevserokên DBP’ê Mehmet Arslan axivî û bibîr xist, girtî zêdeyî 50 roj in, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û sererastkirina şert û mercên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne.
Arslan diyar kir, girtî di heman demê de li ber êrîşên dewletê yên li derve li gel dikin jî radibin û destnîşan kir, ew heta dawiyê xwedî li ber xwedana girtiyan derdikevin. Arslan got, “Di nava vê zext û zordariya giran a li derve û girtîgehan de, naxwazin mirov nefesê jî bigirin. Eger rêxistinbûneke xurt nebe, wê encamên nebaş derkevin holê. Ji bo encameke nebaş dernekeve holê, ji bo dawî li polîtîkayên zext û zordariyê were anîn, em jî îro tevlî berxwedana girtiyan dibin. Gelê Kurd, lid ijî zextan her tim bi berpirsyariyeke mezin erk û wezîfeyên xwe bi cih aniye.”
‘DIVÊ DAXWAZÊN GIRTIYAN TAVILÊ BÊN QEBÛLKIRIN’
Di dewama axaftina xwe de Arslan got, “Me ji bo girtiyên di grevên birçîbûnê de ne dest bi greva birçîbûnê kirin. Divê daxwazên girtiyan tavilê bên qebûlkirin. Berî ku tiştek bi kesî were, berî ku kesek bimire, lazim e hin tişt bê kirin. Em piştgiriyê didin berxwedana girtiyan û daxwazên wan daxwazên me ne. Pêwîste AKP derhal dest ji polîtîkayên teslîmgirtinê ku li ser gelê Kurd ferz dike, berde.”
Arslan destnîşan kir, ku gelê Kurd û girtî wê ti carî serî li ber polîtîkayên AKP’ê netewînin û got, “Gelê me wê bi berxwedana xwe vê yekê nîşan bide.”
Arslan anî ziman, çalakiya wan a ku îro dest pê dikin jî, heta encamgirtinê wê bi xurtî dewam bike. Arslan got, “Em naxwazin kes bimire. Em dixwazin bersiv ji daxwazên zarokên me re were dayîn. Weke malbatan em bi zarokên xwe re ne. Heta ku bersiv ji daxwazan re bê dayîn em ê li ber xwe bidin.”