Hevseroka DBP'a Pasûrê û 3 kes hatin girtin

AMED - Li Pasûrê Hevseroka DBP'a Navçeyê Berna Çelik a duh hat binçavkirin û 3 kesên ku duh na pêr hatin binçavkirin, hatin girtin.

Li Pasûra Amedê, du roj berê û duh di serdegirtina malan de Hevserokên DBP'a Navçeyê Berna Çelik û Murat Yaman, Keyayê Taxa Eskiyê Îhsan Çabuk, Asim Ozgen, Erhan Adiguzel, Sadik Altun û Muhlis Altun ên hatin binçavkirin, piştî îfadedayîna li Fermandariya Cendirmeyan a Pasûrê sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadedayîna li dozgeriyê 8 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Sulhê ya Pasûrê hatin kirin. Li dadweriyê İhsan Çabuk, Berna Çelik, Asim Ozgen, Sidik Altun bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin û 4 kesên din jî bi "şertê venêrîna edlî" hatin berdan.