Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da

MÊRDÎN - Endama Meclîsa Dayikên a Aştiyê ya Mêrdînê Celile Ozer, ya dema li nexweşxaneyê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da, li Mêrdînê hat definkirin.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê Celile Ozer, li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê wefat kir. Ozer a ji ber xwînwerivîna mêjî ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê sewqî Amedê hatibû kirin, piştî tedawiyeke 11 rojan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ozer li Goristana Taxa Saracoglu ya Mêrdînê hat definkirin. Malbata Ozer, rêxistinên HDP û DBP'a bajêr û Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê beşdarî merasîma cenaze bûn.

Piştî definkirinê, taziye li Mala Şînê ya Saracogluyê hat danîn.