Bagriyanik: Em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin

AMED - Endama TJA'yê Ceylan Bagriyanik, a tevî malbatên girtiyan ket greva birçîbûnê anî ziman ku, êdî çalakiyên greva birçîbûnê hatine asteke krîtîk û wiha got: "Bi xwedîderketina grevên birçîbûnê re dê dubare vîna gelê kurd bi ser keve."

Endama Heyeta Îmraliyê û Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Ceylan Bagriyanik a di greva birçîbûnê ya 6'ê Îlona 2016'an de ku bi mebesta ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hat destpêkirin de cih girtibû, ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê yên 56 roj in li girtîgehan didomin, tevî malbatên girtiyan ket greva birçîbûnê. Bagriyanik wiha got: "Bi esareta Rêberê me li Îmraliyê pergaleke tecrîdê ya li cîhanê heta niha nehatiye dîtin hat avakirin. Ev pergala tecrîdê tenê li ser kesekî hatiye sepandin û bi vê re dixwazin bi hemû civakê re pêwendiya wî qut bikin. Di şexsê rêberê me de, ev tecrîd li dijî gelê kurd bi taybetî jî li dijî perpektîfa jinan tê bipêşxistin. Ji serî ve ji bo şikandina vê tecrîdê, jiholêrakirina wê û ji bo azadiya serokatî bi pêşengiya civakê û jinan berxwedaneke cidî pêş ket. Îro jî didome, di heman demê de li ser civaka Tirkiyeyê û civaka Kurdistanê dixwazin vê pergala tecrîdê veguherînin jiyaneke nû."

‘DI ASTEKE KRÎTÎK DE YE'

Bagriyanik, anî ziman ku hêleke pergala tecrîda li ser Ocalan li girtîgehan didome û wiha axivî: "Bi vê re dixwazin zemîna têkoşînê, zemîna vînê, sekna şşoreşgerî ji holê rabikin û vê vediguherînin rejîmeke şîdet û çewisandinê. Li dijî vana hemûyan girtiyên şoreşger û hevrêyên me berxwedaneke mezin dan destpêkirin. Ev berxwedan îro di roja 56'emîn de ye û bi rastî jî hatiye asteke zaf birîsk. Li dijî van çewisandinan û van polîtîkayan bi feraseta fikrî û berxwedanê berxwedaneke mezin dest nîşan dikin. Dixwazim dubare vê biryardariya wan a di vî warî de îfade bikim. Helbet pêkan e ku ev biryardarî veguhere serketineke mezin."

‘BI SAYA WÊ BERXWEDANÊ HEVDÎTIN BI SEROKÊ ME RE ÇÊBÛ'

Bagriyanik, dest nîşan kir ku heke xwedîtî li grevên birçîûnê yên li girtîgehan bê derketin helbet dê dubare yê bi se rkeve gelê kurd be û got, wan di meha Îlonê de bi daxwaza azadiya Ocalan û hevdîtina pê re greva birçîbûnê hatibû destpêkirin, îro ew wan daxwazan dubare dikin. Bagriyanik, dest nîşan kir ku civak bi awayekî xurt li dor greva birçîbûnê ya Îlonê bûbû xelek û bi vê re serketineke mezin dabû der. Bagriyanik wiha axivî. "Bi saya wê berxwedanê bi Rêberê me re hevdîtin çêbû û greva birçîbûnê rawestiya. Pêvajoya îroyîn jî bi heman daxwaza ye. Divê em li dor vê berxwedanê piştevaniya hevalên xwe yên li zindanan bikin û li kuçe û kolanan, li her derî vê bi pêş ve bixin."

‘HEKE EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN EM Ê DÎSA BI SER KEVIN'

Bagriyanik, anî ziman ku ew ne xerîbê sepandinên li girtîgeha ne û balê kişand ser îşkenceyên salên 80'yî û wiha axivî: "Wê demê bi taybetî bi pêşengiya Esad Oktayan dixwestin vîna azadiyê ya gelê kurd teslîm bigirin. Li dijî vê Sakînetan û hemû rêhevlên me tifî ser çavê Esad Oktay kirin û bi berxwedaneke mezin hebûna civaka kurd ragihandin hemû cîhanê. A rast çavkaniya hemû berxwedan û grevên îro ew destkeftiyên berxwedêrên zîndanê yên weê demê ne. Her kes heke nikaribe tiştekî jî bike herî kêm divê li mala xwe deng derxîne. Bi rastî jî grevên birçîbûnê di asteke krtîk de ne. A rast daxwazên hevalên me daxwazên me ne. Ji ber vê divê em vê berpirsiyariyê weke peywirekê ji xwe re bibînin û bi berxwedana wan re bikin yek û li gor wê tevbigerin."