Li Amedê 2 kes dê sindoqekê biparêzin

AMED - HDP ji bo referandûma 16'ê Nîsanê, dê li Amedê bi nêzî 7 hezar endamên esîl û 3 hezar endamên yêdek sindoqan biparêzin.

Di referandûma 16'ê Nîsanê de, dê li Amedê 3 hezar û 162 sindoq bên danîn û her wiha dê 991 hezar û 982 kes jî deng bi kar bînin. Li gel vê HDP, ji bo sindoqan jî gelek kes peywirdar kirin. Dê HDP, ji bo hilbijartinê bi 630 serokên sindoqan, nêzî 7 hezar endamên esîl û 3 hezar endamên yêdek sindoqan biparêze. Li gel çavdêrên dibistanan û muşahidan, ji bo pirsgirêkên roja hilbijartinê maseya krîzê û komîsyona huqûqê hat avakirin. Endamê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'a Amedê Nevzat Ozgen, der barê amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinê agahî dan.

AMADEKARIYÊN HILBIJARTINÊ TEMAM IN

Ozgen, da zanîn ku li Amedê nêzî milyonek hilbijêr hene û wiha axivî: "Li ser sindoqan me hem endamêne sîl hem jî yên yêdek peywirdar kirin. Ji bilî çavdêr û muşahidan nêzî 7 hezar peywirdar hene. Xebata ji bo çavdêr û muşahidan jî temam bûye. Di vî warî de pir kêmasiyên tune ne. Xebateke baş tê kirin. Dê ji bo roja hilbijartinê jî, di rojên pêş de maseya krîzê û komîsyona huqûqê bê avakirin. Ji bo pirsgirêkên roja hilbijartinê dê maseya krîzê û komîsyona huqûqê bi hevdu re tevbigerin. Bi taybetî li qadên bejahiyî yanî li navçeyên Licê, Pasûr, Hênê û Karazê ji be rku herêmên operasyonên ne dibe tengasî xwe bidin der. Li navçeya Licê ji sedî 80'yî sindoqên gundan veguhastine navenda navçeyê."

Ozgen, dest nîşan kir ku ew ê di ser maseya krîzê re bi navçeyan re pêwendiyê deynin.

‘DÊ GELÊ ME XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE'

Ozgen, dest nîşan kir ku gelê Amedê bi baweriya xwe hêzê dide wan û wiha got: "Referans û temînata me gelê me ye. Wek berê dê gelê Amedê îro jî biçe ser sindoqan, dengê xwe bi kar bîne û dê bi vî awayî hem xwedî li xwe hem jî li vîna xwe derkeve. Em baş dizanin dê gelê me bi hestiyarî nêzî karê dengdayînê bibe. Dê biçin ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkevin."