ŞIRNEX – Şirnexiyên ku di qedexeya derketina kolanan de bi darê zorê ji warê xwe hatin koçberkirin û li gundê Avgamasiyan bi cih bûn, têkildarî referandûma 16'ê Nîsanê diyar kirin ku, peyatî be jî dê biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.
Li Şirnexa ku tê texmînkirin dê di referandûma 16’ê Nîsanê de bi awayekî zêde dengê “Na”yê derkeve, welatiyên di dema qedexeya derketina kolanan de malên wan hatin wêrankirin bang li her kesî kirin, da biçin ser sindoqan. Şirnexiyên ku li gel hemû zextan jî axa xwe neterikandin û li gundê Avgamasiyan ku li têketina bajêr e li avahiyên prefabrîk bi cih bûn, dest nîşan kirin ku ew ê li ser sindoqan bi “Na”yê hesab bipirsin.
JI BO DENG JI EDENE HATIN ŞIRNEXÊ
Yek ji welatiyên di nav 100 malên ku koçî vî gundî kirine Tayyip Atak, dest nîşan kir ku îro bihara gelê kurd êdî hatiye û kî li ku derê be divê bê û dengê xwe bi kar bîne. Atak, da zanîn ku 2 xizmên wî yên li Edeneyê jî ji bo deng bi kar bînin hatine cem wan û wiha axivî: “Divê em ji vê tengahî û zilma bi ser me de hatiye bibêjin êdî bes e. Em ê bibêjin ‘Na'." Atak, diyar kir ku bila tu kes guh neda polîtîkayên AK Partiyê û ev tişt gotin: “Em îro li Şirnexê bi ser ketin. Gotinên wan hemû derew in. Em dizanin wan çi bi serê me de aniye û bila tu kes bi gotinên wan nexapin.”
Atak, anî ziman ku peyatî be jî ew ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin û wiha bang li gelê Şirnexê kir: “ Gelê me li gundan be, bajaran be bila werin û dengê xwe bi kar bînin.”
Welatiya bi navê Xoxê Bektaş a mala wê jî hatibû xirabkirin, anî ziman ku zêdetirî salekê ye ku ew perîşan bûne û ji bo axa xwe neterikînin di konan de dimînin. Bektaş bi lêv kir ku, di referandûmê de ji bo gelê kurd kîjan a baş be ew ê jî wê hilbijêrin û ji bo çûyîna ser sindoqan jî bang li welatiyan kir.
‘JI BO ZAROK NEYÊN KUŞTIN ‘NA’'
Bîşeng Katar a di dema qedexeyê de mala wê ya li Taxa Bahçelîevlerê xirab bû, behsa rewşa xwe ya dema koçberbûne kir û got, ew ê di hilbijartinê de bibêjin “Na”. Katar, anî ziman ku li gel ku dibistana taxa wan a dê lê deng bi kar bianiyanan hilweşiyaye û birine ciheke din jî, ew ê biçin Şirnexê û dengê xwe bi kar bînin. Katar wiha domand: “Hin dengên me li vir in, hin jî li Şirnexê. Em ê ji bo aştî û azadiyê biçin û dengê xwe bi kar bînin. Divê ji bo wekheviyê, ji bo zarokên me yên hatine kuştin û xaniyên me yên hatine hilweşandin her kes biçe ser sindoqan.”
‘HER ‘NA’ JI BO GELÊ KURD GIRÎNG E’
Mîrza Bilir jî konên ku ji aliyê dewletê ve hatin rakirin bi bîr xist û got, ew li Cizîrê dimîne. Bilir ê ji bo nêzîkê navendê bibe hatiye gund û maleke nû çêdike got, her dengeke “Na”yê ji bo gelê kurd pir girîng e. Bilir wiha bang li welatiyan kir: “Gelê me yê koçberî bajarên din bûne, divê roja referandûmê werin Şirnexê û biçin ser sindoqan.”