Rojnamegerê Îtalî li Hatayê hat binçavkirin

HATAY - Rojnamegerê Îtalî Gabriele del Grande li Hatayê di kontrola polîsan de hat binçavkirin.

Hat diyar kirin ku rojnamevanê Îtalî Gabriele del Grande ê 35 salî li Hatayê hat binçavkirin. Li gorî ajansa nûçe ya ANSA û rojnameya La Repubblica Grandeyê 35 salî di dema kontrola polîsan de hatiye binçavkirin. Sedema binçavkirina rojnamevan nehat zanîn. Meqamên îtalî rewşa Del Grande ji nêzîk ve dişopînin û ji bo serbest were berdan ketine nava hewldanan. Hat zanîn ku Del Grande ji bo pirtuka xwe ku li ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê nivîsandibû hevpeyvînan bike derbasî Tirkiyeyê bû.