RIHA - Li Rihayê, mutehît Mustafa Gul piştî destûrdayînan avahiyeke 5 qatî çêkir. Lê Şaredariya Haliliyeyê ya AK Partiyî, li gel biryara darazê jî ev 3 sal in destûra bikaranîna vê avahiyê nade mutehît. Mutehît Gul îdia kir ku, ji ber ew "bertîlê nade" rayedarên şaredariyê yên ku xwe di ser "Serokomar û darazê" re dibînin, destûra îskana avahiyê nadin.
Li Taxa Ertûgrûlgazî ya navçeya navendî Halîliye ya Rihayê, mutehît Mustafa Gul ê xwe wek AK Partiyî dide nasîn di sala 2010'an de bi destûra şaredariya AK Partiyî avahiyeke 5 qatî çêdike. Lê li gel biryarên huqûqî jî ev 3 sal in ji ber nedayîna destûra îskanî, mutehît Gul nikare avahiyê bi kar bîne. Gul, diyar kir ku wî li 2'yemîn Dadgeha Îdarî ya Rihayê doz vekiriye û dadgehê di leha wî de biryar daye, lê li ser îtirazê Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê û 6'emîn Daîreya Şûraya Dewletê ew mafdar dîtine. Gul, îdia kir ku lê belê ji ber wî bertîl nedaye Şaredariya Haliliye ya AK Partiyî, şaredarî destûra îskana avahiyê nadê.
AK PARTIYÎ: DADGEH NIKARE HILBIJARTIYAN DARIZÎNE
Gul, diyar kir ku wî piştî 4 salan bi ked û cahdeke mezin avahî çêkiriye, lê 3 sal in şaredarî destûra îskanê nade wî. Gul, anî ziman ku rayedarên şaredariyê jê re wiha gotine: "Em kesên hilbijartî ne. Serokomar bi xwe jî nikare biryara me biguherîne. Dadgeh nikare me darizîne. Her wiha em dikarin gerînendeyên xwe jî neşînin dadgehê." Gul wiha domand: "Heke îskana vir bidanan, niha min ev der qedandibû û firotibû jî. Min ê bi perê vê du sîteyên nû çêbikiranan. Lê belê bi vê nîzaktiya xwe dibin asteng. Îjar ez ê biçim cem kê, serî li kuderê bidim? Her çi qas dadgeh min mafdar derxist jî, ev zilam rê li be rmin digirin. Îjar ka ez ê çi bikim, nizanim. Heke di ser dadgehê re merciyek hebe ez ê biçim wê derê."
‘DAÎREYAN BIDE EM RÊ LI BER TE VEKIN'
Gul, anî ziman ku rayedarên şaredariyê şertê dayîna daîreyan daye ber wî û wiha axivî: "Ji min re gotin, 'te qatek zêde lê kiriye'. Min jî got, heke min zêde lê kiribe ez ê wî qatî bi destên xwe xera bikim. Hatin kontrol kirin. Dîtin ku tiştekî wisa tune ye. Çend caran gotin, 'herkê daîreyekê bide me, bide şaredariyê, ku em rê li ber te vekin.' Ji ber ku ez li dijî tiştên wisa me, min serî li huqûqê da. Heke ez ne li dijî van tiştan bûma, dê çareser bikiranan. Ji ber erseya li pişt avahiya min a xizmên Serokê Şaredariyê Fevzi Demirkol e, destûra 7 qatan danê. Lê min du salan li ber wan da, destûra 7 qatan nedan. Bila werin û li vir geke hebe şaşitiyeke min, bila tespît bikin. An jî bila biryara rûxandinê bidin. Heta gotine ji ber îhaleyan em nikarin rûxsetê bidin. Heke wisa, ewçax ez dixwazim biryara avahiya ku rûxsetê nadinê xera bikin. Heke biryara rûxandinê nadin, bila destûra îskanê bidin min."
Gul, anî ziman ku ew û malbata wî tev de AK Partiyî ne û wiha got: "Em rastî van pirsgirêkan tên, gelo welatiyê normal çi dikin."
BERTÎLÊ BIDE!
Parêzerê Gul, Adnan Yapici jî dest nîşan kir ku ev 7 sal in ku ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin û got, piştî Riha bûye Şaredariya Bajarê Mezin pirsgirêk derketine holê. Yapici wiha axivî: "Kirarî temam bûn, daîre hatin amadekirin. her tişt temam bû. Piştî venêrîna avahiyê îskan tê dayîn. Ji bo îskanê dema me serî li şaredariyê da, şaredariyê ji me re got kêmasniyên avahiyê hene. Me jî got, kêmasiyên wê çi bin bi awayekî nivîskî bidin me, da em temam bikin. Ji me re gotin, 'projeya we ya îmarê kêm e. Ji ber vê em nikarin destûra îskanê bidin we.' Qanûna şaredariyan vekiriye. Beriya rûxsetê divê hûn hemû ewraqên xwe temam bikin, paşê rûxset tê dayîn. Niha muwekîlê min du caran rûxset stendiye. Li cihekî ku du caran rûxset hatiye stendin, divê kêmaniya ewraqan tune be. Heke muwekîlê min bêyî kêmanî ruxset û ewraqan stendibe û paşê jê re tê gotin 'kêmanî heye', nexwe ya muwekîlê min bertîl daye vana û bêyî kêmasî stendiye. An jî bertîl xwarine û bi awayekî kêmasiyî ruxset dane wuekîlê min."
MA ŞAREDARÎ EDALETÊ BELAV DIKE?
Yapici, anî ziman ku Serokê Şaredariya Halîliyeyê ji muwekîlê wî re gotiye, "Ez birayara dadgehê nas nakim. Dadgeh nikare min darizîne" û wiha domand: "Hek li welatê me, daraz ne di ser şaredariyan re be, nexwe em hemû dadgehên edaletê veguhezînin şaredariyan. Êdî em li şaredariyan li huqûqê bigerin. Na, heke huqûq di ser şaredariyan re be, ewçax divê meqama îdiayê çi hewce be bike. Bila ji şaredariyê re bibêje 'vî zilamî mafê xwe bi dest xistiye, tu doza çi dikî' an jî bila der barê van kesan de lêpirsînê bide destpêkirin."
Yapici, îdiaya ku şaredarî bertîl teklîfî muwekîlê wî kiriye nirxand û wiha domand: "Berê deam muwekîlê min ji bo çareserkirina pirsgirêkê çûye şaredariyê, rayedarên saziyê jê re gotine 'daîreyekê an jî du daîreyan bide me em rê li ber te vekin.' Piştî biryarên darazê vê carê jî şaredar gazî muwekîlê min kiriye jê re gotine, 'Birayê min werin em bêyî hisûmet vê bûyerê çareser bikin. Em cezayekî li we bibirin û hûn jî vî cezayî qebûl bikin. Bi vî awayî em ser bûyerê bigirin.'" Yapici, anî ziman ku ew bi awayekî aşkere rastî bertîlê hatine, heke kêmasiyeke wan hebe ew raziyê ceza ne û wiha got: "Lê belê heke tu kêmasiyeke me tune be, em dixwazin ji ber vê bêusûltiya wan, xwestine bertîlê bên darizandin."
ŞAREDARIYÊ BERSIV NEDA!
Li ser vê îdiayê em li Yekeya Rûxsatê ya Şaredariya Halîliyeyê geriyan. Rayedarê ku em pê re axivîn ev îdia derewandin û anî ziman ku, ji ber proje ne li gor rûxsetê ye destûra îskanê nehatiye dayîn û got, divê ji bo vê mijarê li Gerînendetiya Îmarê bê gerîn. Li ser vê em li Gerînendetiya Îmarê geriyan. Lê ji ber zêdebûna karê gerînende pêwendî nehat danîn.