BEDLÎS - Cenazeyê 17 kesên piştî operasyonên li Tetwanê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlis-Tetwanê, li morga nexweşxaneyê tên rawestandin.
Li navçeya Tetwanê ya Bedlisê di 28'ê Adarê û 6'ê Nîsanê de operasyonên leşkerî pêk hatibûn. Di operasyonan de cenazeyên 17 kesên tê îdîakirin aydî HPG'iyan in anîn nexweşxaneyên dewletê yên Bedlîs-Tetwanê. Cenaze ji bo otopsiyê li nexweşxaneya dewlet ya Bedlis-Tetwanê tên rawestandin. Di 28'ê Adarê de li 7 gundên Tetwanê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Piştre operasyona bi piştgiriya balefir û helîkopteran pêk hatibû. Di operasyonê de hat îdîakirin ku 12 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane û yek jî bi saxî hatiye girtin. Di 5'ê Nîsanê de ji li heman herêmê operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de hat îdîakirin ku 6 endamên HGP’ê jiyana xwe ji dest abûn. Malbata Ersin Ersay di 6'ê Nîsanê de li nexweşxaneyê cezaye kurê xwe nas kirin û birin li Goristana Taxa Yenî ya Wanê defin kirin.
Hat diyar kirin ku cenazeyên 17 kesên tê zanîn ku aydî endamên HPG'ê ne li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlis-Tetwanê tê rawestandin.