AMED - Li dijî avahiya TEM'ê û Midûriyeta Hêzên Çevîk a li navçeya Rezan a Amedê teqînek mezin pêk hat. Hat zanîn ku di teqîna mezin de kuştî û birîndar hene.
Li avahiya TEM'ê û Midûriyeta Hêzên Çevîk a li navçeya Rezan a Amedê saet di 10.45'an de teqînek mezin pêk hat. Hat diyarkirin ku di teqînê de kuştî û birîndar hene. Pişti teqinê gelek ambulans çûn cihê bûyerê. Hat zanîn ku di teqînê de avahiya Midûriyeta polîsan jî zerakek mezin dît. Hemû dîwarên avahiyê hilweşiyan û tenê kololên avahiyê li holê man. Ambulansên çûn cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Piştî ambulansan birindar rakirin nexweşxaneyê bi sedan polîsan jî tedbîr girtin. Liv û tevgera ambulansan didome. Der barê hêjmara kuştî û birîndaran de agahiyek zelal nehat bi destxistin.