AGIRÎ- Ji bo referandumê re 5 roj man, li gundên Adakent û Gomikê yên Avkevirê veguhastin navendê. Li Patnosê sandoqên 21 taxên navendê bi sandoqên 10 taxan ve kirin yek.
Li navçeyên Avkevir û Patnosê yên Agiriyê ji refedandumê de çend roj man hatin veeguhastin. Li gundên Adament û Gomik ên Avkevirê sandos veguhastin navendê, li Patnosê jî sandoqên 21 taxên navendê bi sandoqên 10 taxan ve kirin yek.
Endamê MYK'ê yê HDP'ê Metîn Bîngol têkîldarî sandoqên hatine veguhastin wiha got: "Di dema xebatên referandumê de ji ber eleqeya ku gel nîşanî me dan tirsiyan. Ji bo referandumê demeke kurt ma niha dengan li ciheke kom dikin û serî li dek û dolaban didin. Em ê wan pêkanînan deşîfre dikin."
'GEL JI BI ÇI DÎBÊJE NA DI FERQÊ DE YE'
Bîngol destnîşan kir ku ligel hekû pêkanînan jî gel dê xwedî li sandoq û îradeya xwe derkeve û wiha berdewam kir: "Di serdanên malan de me dît ku gel dê xwedî li sandoqan derkeve. Gel di ferqê de ye pêşeroj dê bê degdan. Ev gel çima dibêje Na di ferqê de ye. Hemû endamên me yên sandoqan amede ne. Em jî gel jî biçin sandoqan û bibêjin Na."
Bîngol bang li gelên Tirkiyeyê jî kir û wiha axivî: "Wekî gelê kurd em ji pêvajoyên dijwar derbas bû. Em geleke ku ziman, nasnameya wî hatiye înkarkirin in. He hemû êş dît. Li hemberî tiştên ku bi me dan jiyankirin bêdeng nemînin. Bêdeng nebin ku bila dor neyê we. Tiştên ku me jiyan kiriye hûn jî nejîn. Ji bo ku hûn van êşan nejîn em têdikoşin. Em we jî vedixwînin Na'yê."