NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku Edîrneyê girtî ye, ji dayika Mirza yê 8 mehî Gulistan Diken Akbaba re name şand û got: "Ez ji biryara wê û serbilindiya wê bi bandor bûm.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê girtî ye, ji dayika pitikê 8 mehî Miraz Gulistan Diken Akbaba ya girtî re name şand. Rojnameya Cumhuriyetê cih da Nameya Demîrtaş ku ji Akbaba re şandiye. Demirtaş, di nameya ku ji Akbaba re şandiye wiha got: "Birêz hevala min Gulistan, ji ber tu li dijî hiqûqê hat darizandin û tevî bebeka xwe Miraz şandin girtîgehê ez pir xemgîn im. Divê ez îfade bikim ku ez ji ber sekna te ya bi biryar û serbilind bi bandor bûm. Ger tiştekî ku ez ji bo te bikim hebe ji kerema xwe re ji min re ragihîne. Baweriya min a ku ev bê hiqûqî wisa dirêj nadome û teqez dê azadî bi ser bikeve tam e. Li xwe û Miraz baş binere. Ez miraz maç dikim. Ez ji we tevan re azadiyê dixwazim.
'MIRAZ ROJÊ NABÎNE'
Gulistan Diken Akbaba ku dema rêvebera Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) ya Maltepeyê bû doz lê hat vekirin û piştre hat girtin, di nameya xwe de got: "Li girtîgehan wekî Miraz bi sedan pitikên biçûk hene. Divê ev rewş bi hiqûqek radîkal ji nûve li ber çavan bê girtin. Miraz dar û beran di kovar û rojnameyan de dibîne. Raşitizm ji bo pitikan gefan dixwe. Ger ku Miraz ji tirêjên rojê sûdê negire dê di rojên pêş de rê li pêş nexweşiyên din veke.
Gulistan Diken Akbaba di çileya 2012’an de hat girtin û piştî 1.5 salî li Girtîgeha Bakirkoyê hat girtin serbest hat berdan. Akbaba ku demekê serbest hat darizandin 45 roj berê ji aliyê 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve rastî 6 sal û 3 meh ceza hat û dîsa hat girtin. Akbaba tevî kurê xwe yê 8 mehî Miraz girtî ye.