CHP'ê ji bo grevên birçîbûnê ji Wezareta Dadê randevu xwest

ENQERE - Parlamentera CHP'ê Şenal Sarihan diyar kir ku têkîldarî greva birçîbûnê ya girtiyan ji Wezareta Dadê randevu xwestine û wiha axivî: "Bêyî ku binpêkirina mafê jiyanê nehatiye rojevê divê ji bo çareserkirina pirsgirêkan gav bê avêtin. Berpirsyar jî raste rast Wezareta Dadê ye."

Li girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyar di roja 56'emîn de ye, li hemberî bêdengiya rayedarên AKP'ê nerazîbûnek jî ji parlamentera CHP'ê Şenal Sarihan hat.

'REWŞEKÎ WATEDAR Û DILŞEWAT E'

Parlamentera CHP'ê ya Enqereyê û parazvana mafên mirovan Sarihan wiha got: "Di dema OHAL'ê de girtîgeh bûn ciheke nayê tehamulkirin. Xespkirina mafan ên cidî hene. Welatek veguherî girtîgehê, du caren kilît li deriyê girtîgehan hatiye xistin. Dİ pêvajoyeke bi vî rengî de mirov canî xwe datînin holê û daxwazên mafên xwe dikin, ev watedar û dilşewat e."

'DIVÊ WEZARET CIDÎ BIGIRE'

Sarihan wiha berdewam kir: "Ji bo ku grevên birçîbûnê bi dawî bibin riyên taybet bên dîtin. Ji ber ku di nava sîstema înfazê de yên ku girtîgehan bi rêve dibin li gorî feraseta layiqî mafên mirovan bê nîşandan pirsgirêk dê zû bê çareserkirin. Divê grevên birçîbûnê cidî bê girtin û rasterast wezaret mudaxaleyî vê bike."

'DIVÊ MZAREKE BÊ DESTPÊKIRIN'

Sarihan da zanîn ku ji Wezareta Dadê têkîldarî rewşa girtiyan randevu xwestine, hem wekî şexs hem jî endama Mafên Mirovan a Meclîsê hewldanên wê berdewam dike. Sarihan wiha got: "Divê di demeke kin de muzakere bê destpêkirin. Bêyî ku binpêkirina mafê jiyanê neyê rojevê divê ji bo çareserkirina pirsgirêkan gav bê avêtin. Di avêtina vî gavê de jî rasterast berpirsyar Wezareta Dadê ye. Wezareta Dadê ji bo ku xwe ji vî berpirsyariyê xilas bike divê gav bavêje."