Dê heta 48 saetan rojnamegerê Îtalî dersînor bikin

HATAY - Rojnamegerê Îtalî Gabriele del Grande li Hatayê di kontrola polîsan de hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku dê heta 48 saetan rojnameger dersînor bikin.

Rojnameger nûçegîhanê ajansa ANSA û rojnameya La Repubblica yê Îtalî Gabriele del Grande ê 35 salî li Hatayê hat binçavkirin. Rojnameger La Repubblica Grandeyê 35 salî di dema kontrola polîsan de hatiye binçavkirin. Del Grande ji bo pirtuka xwe ku li ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê li ser DAÎŞ'ê nivîsandibû hevpeyvînan bike derbasî Tirkiyeyê bû. Rojnameger Grandey ê ji Îtalyayê hat navçeya Reyhanli ya Hatayê û hat binçavkirin. Ha zanîn ku dê Grande, hata 48 saetan dersînor bikin.

Çavkaniyên Wezarera Karên Hundir ya Îtalyayê daxuyanî dan ANSA û diyar kirin ku Sefaretxaneyên Îzmir û Enqereyê têkildarî binçavkirina rojnamegerê Îtalî yê li ser sînor lêkolîn dikin û dişopînin. Rayedaran diyar kirin ku Del Grande ji bo roportajên der barê şerê Sûriye û DAİŞ'ê yên ji bo pirtûkê çend roj berê hat Tirkiye.

Ajansa La Presse a Nûçeyan jî diyar kir ku berê rojnamegerên biyanî tenê dikaribûn bi nasnameya çapemeniyê ji bo çend rojan bên Tirkiye lêkolîn bikin, lê niha destûra taybet ji wan tê xwestin.
Ajansê da zanîn ku binçavkirina Del Grande jî dibe ji ber vê yekê be.