Gelê Êlihê dimeşin qada mîtînga 'Na'yê

ÊLIH - Gelê Êlihê ji bo beşdarî mîtînga HDP’ê ya "Na"yê bibin bi cil û bergên xwe yên rengên kom bi kom dimeşin qada mîtîngê.

Rêxistina HDP'ê ya Êlihê îro bi tevlêbûna parlamenteran li Stadyuma 16 Mayisê mîtînga "Na" pêk tîne. Li qada mîtîngê pankart û dowîzên “Heta aştî nebe ji qanûna bingehîn re Na", “Ji Qanûna ku zimanê zikmakî tune be re Na" vekirin. Dîsa bi hezaran flame û alên “Hayır” û “Na” li ser nivîsandibûn vekirin. Berî mîtîng dest pê bike ji çar aliyê Êlihê kom bi kom welatiyên ku cil û bergên xwe yên rengîn li xwe kirin alên "Na" li ser nivîsandibûn û posterên Hevserokên HDP'ê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag xistin destê xwe û dimeşin qada mîtîngê. Welatiyên ku rengên xwe dimeşin qadê bê navber siloganên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz dikin.

BI TILÎLÎ Û SLOGANAN DIMEŞIN QADÊ

Jinên ku cil û bergên xweyên neteweyî û rengîn li xwe kirin û bi silogan û tilîliyan hatin qada mîtîngê, li qadê govend gerandin. Girseya ku ji niha de li qada mîtîngê kom bûye li ber strana HDP’ê ya "Bêjin Na" govendê digerînin. Girse bê navber siloganan berz dike û jin dilîrinin. Ji niha de coş û rengê qada li mîtîngê bala derdorê dikişîne ser xwe. Dîsa li qadê dozînên “Min ji îhtîmala gotina "Na" hez kir" û "Ji OHAL’ê re na" balê dikişîne ser xwe.

Welatiyên ku dimeşin qada mîtingê diyar dikin ku dê di referandumê de bêjin "Na". Kolê bi kopalê xwe hat qata mîtîngê Hayrettin Alkış diyar kir ku ew ziman, çand û nasnameya xwe dixwazin û ji bo daxwazên xwe yên mirovane dê bêjin "Na". Alkiş, anî ziman ku ew dê teqez bi ser bikevin.

Herîkîna girsê ya li qadê didome. Coş û kelecana qadê her diçe mezin dibe.