Guven: Tifaqa AKP û MHP'ê dê wekî ya Çiller û Agar têk biçe

ŞIRNEX - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di merasîma vekirinê ya avahiya HDP'ê ya Hezexê de got ku çawa tifaqa Tansu Çîller û Mehmet Agar têk çû dê ya AKP û MHP'ê jî têk biçe.

Li navçeya Hezex a Şirnex piştî qedexeya 14'ê kanûna 2015'an avahiya HDP'ê hatbibû girtin û piştî 2 salan HDP'ê carek din rêxistina xwe ava kir û bi tevilbûna, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan İrmez, endamên meclîsa partiyê yên HDP û DBP'ê, rêveberên HDP û DBP'ê yên Şirnex û navçeyên û gelek welatiyan avahî hat vekirin.

Beriya ku avahî were vekirin nameya hevşaredarên Hezex Mehdî Aslan û Nevîn Girasûn û Parlameterê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu hatin xwendin. Encu di nameya xwe de silav li gelê Hezex û Botanê kirin û ev tişt gotin, "AKP dixwaze di referandûma 16'ê Nîsanê de li ser zilm, bêhiqûqî, û qetlîman pêk anîne binixumîne. Divê gelê me roja referandûmê biçe ser sindoqan û bi dengê, 'Na" pêşiya vê yekê bigire."

Piştî xwendina nameya Encu, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven got ku bi girtina avahiya HDP'ê xwestin pêşiya xebatan bigirin û wiha axivî: "Li Hezex piştî qedexeyê avahiya partiya HDP'ê hat hilweşandin û xwestin pêşiya xebatên me bigirin. Lê çi kirin, nekirin nekarîn pêşiya xebatên rêveber û gelê me bigirin. Ji bo me ya girîng ne avahî an jî mekan e. Vaye îro carek din bı coşa gelê me ev deriyê xwe vedikin."

Guven da zanîn ku îro AKP têk çûye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "AKP di polîtîkayên xwe de têk çûye. Dixwaze bi îtîfaqa bi MHP'ê re pêşiya vê têkçûna bigire. Lê çawa îtîfaqa Tansu Çiller û Mehmet Agar a di salên 90'ê de têk çû wê ya AKP û MHP'ê jî têk biçe."

'GELÊ ME DESTÛRÊ NADE ZAROKÊN WAN ÊN ZINDANAN ZERARÊ BIBÎNIN

Guven bal kişand ser girevên birçîbûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bila gelê me li her qadê xwedî li berxwedana zindana derkeve. Wan îro ji bo me bedena xwe dane ber mirinê. Kî çi dike bila bike lê jin û dayîkên kurd dê destûrê nedin zerar bigehe zarokên wan."

WÊ WEKE ÇÎLLER Û AGAR AKP Û MHP JÎ TÊK BIÇIN

Guven di dawiya axaftina xwe de li ser referandûma 16'ê nîsanê de pêk were rawestiya û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gelê qetlîmanên li Hezex, Cizîr, Silopiya û Şirnex ji bîr nekirin û dê di referandûmê de hesabê van pêkanîn ji AKP'ê bistîne."

Piştî axaftinan avahiya HDP'ê ji aliyê dayîkan, Guven û Îrmez ve hat vekirin. Piştî vekirina avahiyê li gel Guven û Îrmez gelek gelek HDP'î di nava sûkê de belavokên referandûma 16'ê Nîsanê belav kirin.