Li benda vegera Sûr a ku dibêjin 'hem paşeroj hem jî pêşeroja me ye'

AMED - Bi sedan malbatên ku li Sûrê avahiyên wan hatin xirakirin di salên 90'an de jî gundên wan hatibû xinakirin. Malbatên ku salekî bûn şahidê şer li bendê ne ku vegerin Sûr a ku dibêjin "hem paşeroj hem jî pêşeroja me ye".

Navçeya Sûrê Amedê dorpêç û qedexeya herî dirêj a cihanê jiyan kir. Li Sûrê qedexeya derketina kolanan salek li pey xwe hişt, bi sedan malbat bûn şahidê bûyer û êrîşên li navçeyê. Ji malbatên ku li Sûrê ligel êrîşan malên xwe neterikandin malbata Topdemîr li mala xwe ya taxa Cemal Yilmaz 60 rojan li ber xwe dan, malbata Morgul jî li taxa Fatîhpaşayê 30 rojan zêdetir bûn şahidê bûyeran. Malbata Topdemîr a ji 8 kesan pêk tê li Sûrê 60 rojan piştgirî da malbatên din ji ber ku zarokê wan ê astengdar nexweş ket mecbûr man ku mala xwe biterikînin. Li gel ku salek derbas bû jî hê nekarîne vegerin mala xwe. Malbata Morgul jî bi qedexeyê re ji ber ku êrîş li dora mizgefta Kurşunluyê zêde bûn û mala wan hate xirakirin. mecbûr man ji mala xwe derkevin. Molbata Topdemîr û Morgul şahidbûnên xwe yên li Sûrê vegotin.

'WEKÎ HEZAR SAL IN EM DURÎ SÛRÊ NE'

Malbata Topdemîr yek ji malbatên ku di sala 1993'yan de jî bû şahidê polîtîkayên xirakirinê. Di 1993'yan de gundê wan ê Mezirkê ji ber ku hat şewitandin koçî Sûrê kirin, beriya 23 salan li taxa Cemal Yilmaz bi cih bûn. Malbatê ligel êrîşan mala xwe neterikand û ji ber ku zarokê wan ê astengdar Zinar nexweş ket mecbûr man ji Sûrê derkevin. Fatma Topdemîr a 50 salî diyar kir ku salek derbas bûye ji ber vê yekê gelekî bêriya Sûrê kiriye û wiha axivî "Xwezî em ji Sûrê derketena. Wekî ku ev ne salek hezar sal in ji Sûrê derketine, em wisa hîs dikin."

'EM LI BENDA ROJA VEGERA SÛRÊ NE'

Fatma Topdemîr a ku bi salan e di nava têkoşîna tevgera kurdan de cih digire kurekî wî tevli PKK'ê bû. Kurê wê yê din ê li Sûrê hat binçavkirin û girtin jî 10 sal ceza girt. Topdemîr anî ziman ku ji roja derketiye heta niha di xewna xwe de Sûrê dibîne, ji Sûrê ewil çûne Rezan ji wir jî koçî Yenîşehîrê kirine û hê ji di şertên giran de dijîn. Ligel ku mala wan hatiye xirakirin jî wekî ku vegere Sûrê amade ye.

'EM Ê JI KEVIRÊ SÛRÊ JÎ BERNEDIN'

Topdemîr hestên xwe wiha anî ziman: "Li Sûrê dîrokek hat nivîsandin. Ji ber ku em bûne şahidê her demê ser bilind in. Me berxwedana li Sûrê ji bîr nekir û yên ku hatin kirin jî em ê ji bîr nekin. Li Sûrê, Cizîrê, Nisêbînê bi berxwedanê dîrok hat nivîsandin. Binêrin Davutoglu çû, Efkan Ala çû lê em li vir in. Ev jî ne bes e dê hesabên kirinên xwe bidin. Heta zilm hebe em ê li ber xwe bidin. Yek kevirê Sûrê bimîne jî em ê jê venegerin. Kevirekî wî em ênedin milyonên wan."

'EM JI BI BÎRANÎNÊN XWE XEMGÎN BÛN'

Topdemîr desnîşan kir ku berdewamkirina qedexeya li Sûrê careke din wan ceza dike û cerake bi riyên qaçax çûne malên xwe li hemberî wehşeta ku dîtine wekî ku bi çavên xwe bawer nekirine. Topdemîr bilêv kir ku roja ku ji mala xwe derketine leşkeran heqeret li wan kirine û gotina "Hûn 60 rojan dimînen, em ê jî mala we xira bikin" bi kar anîne û mala wan şewitandine lê ew tenê ji ber bîranînên xwe xemgîn bûne.

'JI BO ROJEKÎ DIN JÎ JI SÛRÊ DERBAS BIKIN'

Naciye Topdemîr a 80 salî ya li gel temenê xwe yê pîr jî mala xwe neterikand got ku ji wir dûrmayîn gelek wê diêşîne û wiha got: "Her halê Sûrê ji bo me girîng e. Li Sûrê gelek can çû. Ez di vî temenê xwe de jî min hewl da ku rojekî min ê din jî li Sûrê derbas bibe. Niha dûr mayîn zehmet e."

YÊN JI LICÊ JÎ BI ZORÊ HATIN KOÇBERKIRIN

Malbata Morgul jî di 19937yan ji gundê Zengesor a Licê piştî ku leşkeran gundê wan şewitandin koçî Sûrê kirin. Malbata Morgul a ku li navçeya Sûrê jiyaneke nû ava kirin piştî xirakirinê careke din hate koçberkirin. Lê malbatê vê carê li Sûrê kurê xwe Cihat Morgul winda kirin. Malbata Morgul tiştên li Sûrê jiyan kirin û kurê xwe Cihat ji bîr nekirin dixwazin qedexeya salek e berdewam dike bi dawî bibe.

'SÛR PAŞEROJ Û PÊŞEROJA ME YE'

Cahît Morgul ê 40 salî diyar kir ku beriya 2'yê kanûnê 4 carên din jî li Sûrê qedexe hatiye îlankirin û di qedexeyên berê de mala xwe neterikandine û li taxa Fatîhpaşayê mane lê mala wan a nêzîmizgefta Kursunluyê piştî ku hate xirakirin ji Sûrê derketine û wiha got: "Sûr hem paşeroj, hem jî pêşeroja me bû. Êrîşên li Sûrê em paşeroja me hem jî pêşeroja me dixwast ji holê rake. Kurê min Cihat jî li Sûrê hate qetilkirin. Ev hemû bi zorê ji destên me girtin."

'NIHA MALA ME TUNEYE'

Morgul anî ziman ku li ser qedexeyê û rantê salek derbas bûye û wiha berdewam kir: "Bifikirin. Kolana min a ku zarokê xwe, ekça xwe mezin kiriye niha tuneye. Cihê mala me niha wekî sahaya futbolê ye. Erezî ye û nehêlin em biçin."

'ÎBADETXANE JÎ ŞEWITANDIN'

Morgul qala şewitandina mizgefta Kurşunluyê jî kir û wiha got: "Roja ku mizgefta Kurşunluyê şewitandin ji bo ku şewatê vemirînin em çûn wir. Lê sekvanan em gulebaran kirin û nehiştin. Ligel qedexeyê jî em ji bo ku şewata li mizgeftê bişewitînin çûn lê destur nedan. Zilm ewqas mezin bû îbadetxane jî şewitandin."

Morgul got ku tiştên ku hatin jiyîn vegotin zehmet e û bal kişand li ser qirkirina ermenan a 1915'an û ev tişt anî ziman: "Vî dewletê çav berdaye her tiştên me. Paşeroja me girtin. Beriya 100 salan tiştên ku ermanan jiyan kirin me jî li Sûrê jiyan kir. Me xirakirin, qirkirin, rondik dîtin. Me êşên giran jiyan kir. Hê jî dewlet dixwaze me biçewisîne. Lê em ê bêzar nebin çi dibe bila be em ê xwedî li Sûrê derkevin."
deceğiz” şeklinde konuştu.

Azîz Oruç / Vedat Dag - dîhaber