STENBOL - Rûniştina doza rojnameger Hrant Dink bi lêpirsîna bersûc Alî Fuat Yilmazer berddewam kir. Li ser pirsa prêzerê Dink Hakan Bakircioglu a “Erhan Tuncel di kider bûyere de cih digire? Piştî cînayetê we hewl da fam bikin?” Alî Fuat Yılmazer got: "Di asta ku îro em gihiştinê dikarim bêjim şaşî çêbûye. Ez wê rojê ne xwedî van agahiyan bûm. Kêmasi hene.
13'emîn rûniştina doza Rojnameger û Gerinendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Rûniştina doza bi lêpirsîna Midûrê Şaxa C a Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê Alî Fuat Yilmazer berdewam kir. Di rûniştina dozê de parêzerê malbata Dink Hakan Bakircioglu, ji midûr Yilmazer pirsa “Erhan Tuncel di kider bûyere de cih digire? Piştî cînayetê we hewl da fam bikin?” pirsî. Yilmazer, anî ziman ku di asta hatinê de dikarin bêjin şaşî hatiye kirin û wiha got: "Ez wê rojê ne xwedî vê agahiyê bûm. Em ketin pêşiya Yasin Hayal. Me wê demê pênaseyek rêxistinê nekir. Neteweyîbûn ango xebatên rastgiriyê li gorî hiqûqê wekî teror nayê pênasekirin.
Midûrê Îstîxbaratê yê Stenbolê Ahmet Îlhan Guler jî ji Yilmazerê belgeyên îstîxbaratê pirsîn. Yilmazer jî anî ziman ku şema ne hiqûqî ne û di nava dosyayê de bûn.
Dadgerê Doza Dink jî ji Guler pirsa “We li Stenbolê di her xebatê de dosyayên operasyonaîstîxbaratê yên bi plan vedikirin yana?” pirsî. Guler jî got "Erê"