Çîçek Otlu: Dixwazin 'Na' bêdeng bikin

DERSIM - Hevseroka Giştî ya ESP'ê Çiçek Otlu, diyar kir ku di bin çavan de rastî îşkenceyê hat û wiha got: "Yên dixwazin "Na" bêdeng bikin binçav dikin û êrîş dikin. Ji ber vê yekê dievê teqez em di 16'ê Nîsanê de biçin ser sindoqan û ji bo azadiya xwe dengê "Na" bikar bînin."

Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîstan a Bindest (ESP) Çîçek Otlu, di 4'ê Nîsanê de li Stenbolê hat binçavkirin û anîn Dersimê û saet di 03.00’ê serê sibê de hat berdan. Otlu, ku bi şertê kontrola edlî hat berdan, diyar kir ku di bin çavan de rastî îşkenceyê hatiye. Otlu, anî ziman ku ÎKtîdara AKP'ê û Qesrê piştî hewldana 15'ê Tîrmehê hemû kesên şoreşger, muxalif, sosyalist welatparêz û kesên din binçav kirin rastî gelek zext û zordariyên dijwar hatin.

’LÊDAN, ÎŞKENCE Û KELEPÇE'

Otlu, anî ziman ku di bin çavan de rastî lêdanê hat û îşkence li wê hat kirin. Otlu, ani ziman ku ji Stenbolê heta Dersimê 30 saetan destê wê di kelepçeyê dehat hiştin û wiha got: "Ji bo vê lêpirsînê min dikarîbu li dozgeriya Stenbolê jî îfade dabûya. Lê 30 saetan destê min kelepçe kirin û ez binçavkirim. Ji bo di serdema OHAL'ê de ez vê pêkanînê şermezar bikim min şopa tiliyên xwe neda. Min destûr neda wêneyê min bikişînin. Ji ber ku min got "Ji dîktatoran re na, em te nakin serokdewlet" devê min girtin. Destê min kelepçe kirin û ez li pey xwe kişandim. Ez bi lêdanê birim nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî ji ber ku min got 'Erdogan dê têk biçe 'Na' dê bi ser bikeve' li min dan. AK Partî ji bo rejîma xwe têxe meriyetê zext, zordarî û îşkence zêde kiriye. Ev referandum dê qedera AK Partiyê diyar bike. Berî ku referandum dest pê bike hevserokên HDP'ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş hatin binçavkirin. Hevşaredar hatin binçavkirin û hatin girtin. Qeyûm tayînî şaredariyên kirin. Hemû zext û zordariyên zêde dibin li dijî eniya "Na" ye. ESP ji Samsun heta Çanakkale, Eskişehir, Amed û Dêrsimê xebatên me yên "Na" berdewam dikin. Ji ber ku em hevparên HDP'ê ne û em xebatên "Na" dimeşînin îktîdara AK Partiyê êrîş dike.

DIVÊ HER KES JI BO AZADÎ Û RÛMUETA XWE BIÇIN SER SINDOQAN

Otlu, bang li hemû gelan kir û xwest di 16'ê Nîsanê de her kes ji bo azadiya xwe, rûmeta xwe û parastina nasname û vîna xwe biçin ser sindoqan û dengê "Na" bavêjin sindoqan.

Otlu, bal kişand ser çalakiya grevê ya 56 rojin berdewam dike û wiha bi dawî kir: "Grev nêjî rojên 60’an dibe. Di sînorê mirinê de ne. Bi taybetî gelê me divê di şexsê Birêz Ocalan e li hemû girtiyan û daxwazên wan xwedî derkevin. Divê ji bo azadiya wan û daxawzên wan biçin ser sindoqan û dengê 'Na' bikar bînin.