NAVENDA NÛÇENA- Ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên li girtîgehan ku gihîjiştiye roja 56'emîn li gelek deveran daxuyanî hat dayîn û hat xwestin ku daxwazên girtiyan bên qabûlkirin.
MÊRDÎN
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Mêrdînê ji bo balê bikişînin li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê Erol Dora li vir axivî û diyar kir grevên birçîbûnê ketiye merhaleya krîtîk û divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.
Dora destnîşan kir ku hejmara girtiyên ku ketihe greva birçîbûnê bûye 190 û bi taybetî jî li girtîgehên Şakran û Edeneyê rewşa girtiyan her diçe xirab dibe. Dora anî ziman ku parlamenterên wan Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan hesasiyetên xwe ji Wezareta Dadê re ragihandine yê heta niha tu bersiv nehatiye girtin.
Dora banga bihistiyariyê kir.
KOCAELÎ
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Kocealiyê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Platforma Hiqûqnasên Azadîxwez (OHP), Însiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan, li avahiya HDP'ê ya Gebzeyê daxuyanî dan. Daxuyaniya ku hat xwesti li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê bê dayîn ji ber qedexeya walîtiyê li vir nehad tayîn. Parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş û bi dehan xizmên girtiyan beşdarî daxuyaniyê bûn.
Parlamenter Ataş li vir axivî û diyar kir ku ew bi feraseta qedexeker a hikûmetê ve rû bi rû ne û lê ligel van pêkûtiyan jî dê dev ji têkoşîna xwe ya demokrasiyê bernedin, mafên xwe biparêzin. Ataş got ku divê daxwazên girtiyan ên ku ji ber binpêkirinên mafan dane destpêkirin bên cihanîn.
Piştre Berdevka ÎHD'ê ya Kocaeliyê Azîze Adiguzel daxuyanî xwend û got ku nehiqûqiyên li her derê berdewam dike, li girtîgehan xwe nîşan dide. Adiguzel destnîşan kir ku daxwaza herî girîng a girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirine rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û ev daxwazên girtiyan daxwazên hiqûqî û rewa ne divê bên qebûlkirin.
Adiguzel diyar kir ku bi îlankirina OHAL a piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê li girtîgehan nehiqûqî û îşkence zêde bûye û ev binpêkirin e. Adiguzel got ku divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, heyetên serbixwe yên hiqûqî û bijîşkan biçin girtîgehan.
EDENE
HDP, HDK li avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayîn. Endama MYK a HDP'ê Bedriye Yorgun axivî û bal kişand li ser operasyonên siyasî û mafên girtiyan bi awayekî Kêfî hatine desteserkirin, girtî ji aliyê gardiyanan ve tên derbkirin. Yildiz got ku vîtamîn ji bo girtiyên di grevê de nayê dayîn û ev pêkanîn îşkence ye.
Yildiz destnîşan kir ku grevên birçîbûnê di sînorê mirinê de ye û wiha axivî: "Divê neyê jibîrkirin ku hikûmeta AKP'ê ya ku ji bo daxwazên girtiyan guhê xwe digire, îşkenceyê li ser girtiyan kiriye pêkanîna çewisandin û pêkûtiyê berpirsyarê mirinên bên jiyankirin e. Em dixwazin bêyî ku ji zindanan darbest derkevin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, tecrida li ser Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyan bê rakirin, girtiyên nexweş bên dermankirin, şertên dermankirinê bê avakirin şertên mirovane li hemû girtîgehan pêk bên."
SÊRT
Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê li ser Girtîgeha E ya Sêrtê daxuyanî da. Hevserokên HDP'ê yên Necîbe Înal û Abdullah Çetîn û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Taybet Tekîn axivî û diyar kir ku ji bo girtiyên ku ketine greva birçîbûnê cîgera wan dişewite û xwest di demeke kin de daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.
Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Abdullah Çetîn jî wiha got: "Îro 56 roj in zarokên ku ji bo şertên girtîgehan şermezar bikin û tecrîdê bişikênin ketin greve birçîbûnê. Em naxwazin mirin bên jiyankirin. Zarokên vî welatî ji bo pêşeroja vî welatî, demokrasî û şertên azad de bidomînin ketina greva birçîbûnê. Li vir bangawaziya me ji bo ev e ku; ji bo şertên xirab ên li girtîgehan bê sererastkirin şertên derbeyê ji holê bê rakirin divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin."
DÎLOK
Li Dîlokê jî li ber Girtîgeha Tîpa H daxuyanî hat dayîn. Parlamenterê HDP'ê Mahmut Togrul axivî û got ku AKP û MHP ji bo ku di referandumê de "Erê" derkeve çavên xwe li binpêkirinan digirin û greva birçîbûnê hatiye asta krîtîk bêyî ku li girtîgehan darbest derkevin divê hemû kes dengên xwe derxînin.
Enmadê MP a HDP'ê Mehmet Karayilan jî diyar kir ku ger li girtîgehan mirin çêbe berpirsyarê jî Wezareta Dadê ye. Karayilan got ku ew ê bi girtiyan re bin û bêdeng namînin.
ŞIRNEX
Li navçeya Hezex a Şirnex ji bo piştgiriya bi gireva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku di roja 56'emîn de berdewam dike daxuyanî hat dayîn. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez û gelek welatî tevlî daxuyaniya li avahiya HDP'ê ya Hezex hatiye xwendin bûn.
Hevserokê HDP'ê yê Şirnex Zekî Îrmez daxuyaniya xwe û bal kişand ser daxwazên girtiyan. İrmez diyar kir ku girtiyan li hember pêkutiyên li ser zindanan pêk tên çalakiya xwe dane destpêkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di serî de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkutiyên li ser girtiyên siyasî bûye sedem ku ev çalakiya girêva birçîbûnê pêk were. Divê em deng bidin girtiyên ku bedena xwe dane ber mirinê"
Piştî Îrmez dayîkên ku zarokên wan di zindanên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê de ne jî banga hestiyarî û piştgiriyê ji hemû raya giştî kirin. Daxuyanî bi diruşma, "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.