Ahmet Turk: Di nava karên siberojan tarî bike de cih negirin
Onder: Yên li hemberî gotinê Kekê Ahmet bêdeng be mirov nîne

ELÎH - Ahmet Turk ê di mîtînga Êlihê de axivî bal kişand li ser girîngiya referandumê ya ji bo kurdan û wiha axivî: "Piştî evqas tiştên ku me jiyan kir gotina 'Erê' bêrûmetî ye. Ez ber bextê we me, di nava karên ku siberoja tarî bike de cih negirin. Em ê nikaribin sibehê hesab bidin. " Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder jî wiha got: "Çoga Kekê Ahmet negihiştiye axê, çog daneyniye. Cara yekem e wisa axivî. Gotineke erzan nîne, yên ku li hemberî gotinên wî bêdeng bimîne mirov nîne."

Li Êlihê mîtînga "Na" ya ji bo referandumê bi çoşeke mezin pêk hat. Wekîka Hevserokên Giştî yê DBP'ê Gulcihan Şîmşek grevên birçîbûnê yên li girtîgehan silav kir. Şîmşek berxwedana Zindana Amedê ya di dema dabreya 12'ê Îlonê bi bîr xist û wiha got: "Gelê kurd têkoşîna xwe nîşan da. Kemal Pîr, Alî Çîçek û hevrêyên wan silav dikin. Hevrêyen me ji ber ku jiyan hez dikirin canê xwe feda kirin. Em ê têkoşîn û berxwedana wan bidomînin. Berxwedan jiyan e."

Şîmşek got ku gelê kurd 100 sal in ji bo nasname û azadiya xwe têdikoşe û wiha berdewam kir: "90 sal in gotina kurd tuneye dihat kirin niha AKP didomîne. Hûn çi dikin bikin jî kurd hene û dê berxwedana xwe bidomîne." Şîmşek bal kişand li ser guhertina qanûna bingehîn û wiha got: "Di guhertina qanûna bingehîn de gel tuneye, gelê kurd tuneye, azadiya jinan tuneye. Ji ber vê yekê jî gelê kur dê ji bo hebûna xwe, azadiya xwe ji botêkoşîna xwe dê bibêje Na. Ji bo qatlîama Şêx Saîd ji bo Robaskê em ê bibêjin Na."

'EM Ê JI BO BIRÊZ OCALAN BIBÊJIN NA'

Şîmşek bal kişand şerê ku berdewam dike jî û wiha axivî: "Em ê ji bo pêvajoya çareseriyê bibêjin Na. Me gotina Birêz Ocalan a ger ku hûn bixwazin em ê di 6 mehan de pirsgirêka kurd çareser bikin ji bîr nekir. Ligel vê yekê jî hikûmeta AKP'ê di nenaskirina gelê kurd de israr dike. Ger ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin çawa Tansu Çîller çû, mehmet Agar çû hûn ê jî biçin. Gelê kurd li qadan li zindanan li ber xwe didin. Em ê ji bo Birêz Ocalan bibêjin na. Ciwanên me li jêrzemînan bi saxî hatin şewitandin. Em ê ji bo wan bibêjin Na. Em ê Mehmet Yavuzel, Sêvê Demîr, Mehmet ji bîr nekin."

Şîmşek got ku ji bo referandumê çend roj maye lê cihên sandoqan tên guhertin û wiha axivî: "Di wan sandoqan de ne ji bo AKP'ê ne jî ji bo MHP'ê deng derkeve. Dİxwazin destkeftiyên gelê kurd tune bikin. Parlamenter û hevşaredarên ku îradeya me ne girtî ne. 89 şaredariyên me hatin xespkirin. Hevalên me Sebahat Tuncel, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yiksekdaf di girtîgehê de ne. Em ê ji vê yekê re bibêjin çi. Em ê bibêjin Na."

Şîmşek got ku êlihiyên ku qada mîtîngê tijî kirine encama referandumê jî nîşan dane û ew ê bi ser kevin.

TURK: LI ÊLIHÊ DENGÊ AZADIYÊ OLAN DIDE

Piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji peywir hate girtin axivî.

Turk wiha got: "Ji dîrokê heta niha Êlihê berxwedana gelê kurd nivîsand. Ez spasiyên xwe li hemû kesên ev der tijî kirine dikim. Ji bo jiyaneke azad û bihevre me xebatên mezin kir. Her demê li ser gelê me pêkûtî hate meşandin. Gelê ku tu caran li hemberî vê serî netewand. Salên 1980-1994'an de li dijî gelê me pêkûtî hate kirin. Gel xwedî li têkoşîna xwe derket. Ji bo kurdan bêdeng bikin gelek pêkûtî kirin. Îro li qada Êlihê dengê azadî û yekîtiyê olan dide.

Em dikevin pêvajoyeke nû. Li dijî zilmê ev gel li ser piyan ma. Di vî referandumê de hemû biryaran dê kesek bide. Azadiya me dê di destê şexsekî de be. Ne tenê civakê dixwaze hemû kesan di bin kontrola xwe de bigire. Salên demdirêj e ez di nava siyasetê de me. Ez li zindanên 12'ê Îlonê mam. Îr jî dixwazin wan zindanan, polîtîkayên ku meşandin careke din bînin. Me di salên 94'an de bûn şahidê şewitandina gundan, kuştinên kiryar nediyar. Di 94'an de parlamenterên ku bi îradeya we ve çûn meclîsê şandin girtîgenê. Yek ji wan jî ez bû. Têkoşîna me ya demokrasiyê dem bi dem navber hat dayîn lê nekarîn îpotekê daynin li ser îradeya me. Xwezî kesên ku deng dabûn AKP'ê jî li bana. Wan jî fêm bikirana ku ev tê wateya teslîmgirtina îradeya me.

Em li cihanê welatên ku ji aliyê şexsekî ve hatin rêvebirin dizanin. Iraq a Sedam bi rêve bir, Sûriyeya Esad bi rêve dibe, Lîbyaya Qedafî bi rêve dibir aqûbeta wan çawa bû. Gelan ji ber feraseta yekperest gelek êş kişandin. Ji ber vê yekê em li dijî yekperestiyê ne. Dibêjin referandumj i bo pêşeroja Tirkiyeyê girîng e. Tenê ne kurd dê hemû kesan bigirin bin pêkûtiyê. Ji ber ku aştî xwestin bi sedan akademîsyen ji peywir girtin. Mirovên ku gotin ev referandum nerast e kirin hedef. Îro jî em li dijî vî feraseta ku dixwaze civakê kontrol bike ne.

Hûn polîtîkayên ku tên meşandin baş dizanin û dibînin. Em ê bi we re ber bi azadiyê ve bimeşin. Referandum ji bo kurdan gelek girîng e. Hevserokên me di girtîgehan de ne. qeyûm tayînî 85 şaredariyên me hatine kirin. Hevalên me di hundir de ne. Kesên ku têkoşîna demokrasiyê didin siyaseta kurd dimeşînin li zindanan e. Dixwazin careke din zilma di dema 12'ê îlonê bînin. Hovîtiya li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever û Sîlopiyê kirin heye. Ligel evqas tiştên ku hatin jiyankirin gotina 'Erê' bêrûmetî ye. Ez vî rewşê ji bo kesên ku siberojan nafikirin dibêjin. Ez bang li wan dikim û dibêjin li ber bextê we me di nava karên ku siberojan tarî bike de cih negirin. Em ê sibehê nikaribin hesab bidin.

Nebaşbûna mirov girîng nîne. Dibe ku serokomar mirovekî bi wijdan be. Lê dema ku hûn hemû rayeyan bidin wê demê dê biguhere. Dê hemû rayeyan bi kar bîne. Chavez ji aliyê gelv e dihat hez kirin. Lê piştî ku hemû raye girt destê xwe mirov bi birçîbûnê ve rû bi rû man. Pirsgirêka ku feraseta yekperest tîne ev e. Hemû kes dizane ku di bin feraseta yekperest de dîktatorî heye.

Em ji bo ku zilm nebe pêşerojekî ku mirov bibin yek têdikoşin. Ev di destê we de ye. Deriyê yên ku fêm nakin bixin. Ger ku em ji bo qanîkirinê derkevin rê hestên xwe vebêjin mirovên me yên ku qenî nebin namînin. Ger ku Kurdistan bi awayeke xurt nebêje Na ev kêmasiya me ye.

Dibêje ji sedî 50 bes e, li Cizîrê li Sûrê 350 hezar kesên ku malên wan hatin xirakirin navnîşana wan nediyar e nikarin biçin ser sandoqan. Dema ku hûn bi ser kevin hûn ê hilbijartinekî ku 350 hezar kesan deng bi kar neaniyê çawa rewa bibînin. Qanûna bingehîn a ku ji bo bendewariyên kurda nabe bersiv dê çawa rewa be. Ger ku Erê derkeve gotina parlamentoyê yan jî kesekî dan namîne.



ONDER: YÊN GUH NEDIN DAXWAZA AHMET TURK NE MIROVIN

Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder jî derket ser dikê û gel slav kir. Onder, di serî de pesnê gelê Êlihê da û anî ziman ku ew laîkî her tiştên baş in. Onder, da zanîn ku gelê Êlihê rabûye ser piyan da ku tu carî serî netewînin û wiha got: "Ez qurbana hemû gelê Êlihê me. Ez bi we serbilind im. Ez Tirk im. Ji Semsûrê me. Ger ku ez tirk bûma û bûbûma tirşikçî, ez li hemberî bang û daxwaza Kekê Ahmet bêdeng nedimam. Bi salan e tevî kekê Ahmet siyasetê dikim. Kekê Ahmet rûmeta me ye. Kekê Ahmet yekem car rija dike û xwe davê dexlê we. Yên li hemberî vê daxwaza wî bêden û sersar bimînin ew ne mirov in. Tu çarî çonga Ahmet Turk bi axê nebûye. Tu çarî çong danenîye. Yekem car gotinek wisa dibêje. Xwe davê dexlê we. Ev ne gotinek ji rêzê ye. Divê gelê kurd baş vê yekê bifikire. Ev referandum pir giring û wadetar e."

‘NE JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BIN AVÊ LI NADIN TU KESÎ'

Onder, bal kişand ser çoş û biryara girseya li qadê û wiha got: "Dayikan û jinan bi înîsiyatifa xwe qad tijî kiriye. Vîna Êlihê bi qasî misqalekê tawîz nedaye. Binerin êdî şaredarî jî tune ye. Lê disa gel li qadê ye. Yên wan ne wisa ye. Di mîtîngên wan de ne ji bo berjewendiyên xwe bin kes bi xêra xwe avê nade wan. Hûn di mîtîngên wan de 100 kesî nabînin. Yên me li gel girtin, binçavkirin, lêdana polîsan û zilmê dîsa qad tije kirine. Gel tevî hemû astengiyan hatin qad tije kirin. Ev mijara rûmet û mirovahiyê ye."

ONDER LI QADÊ BANG LI SOYLU KIR

Onder bertek nîşanî Wezîrê Karen Hundir Suleyman Soylu jî da û wiha got: "Wezîr derketiye dibêje ‘yên nebêjin yek milet bila bicehemin' Ka were vê yekê li Êlihê bêje. Bajarê Êlihê heftreng e. Spartina yek miletî eyb û şerm e. Tu dibêje yên nebêjin yek milet û nebêjin tirk bila biçin. Wekî din emrê te heye?. Em li dijî vê fikrê ne. Em alîgirê jiyana hevpar a gelan in. Hz. Îbrahim her şev mirov kom dikirin û xwarin dida wan. Berî xwarinê yên digotin Xwedê Yek e îkrama xwe bê sînor dikir.

YÊN QEDEXE Û ÎNKAR KIRIN HATIN Û ÇÛN LÊ HÛN LI VIR IN


Dibêje min ferman da walî da ku mîtingan qedexe bike.Eferim ji tere. Heşa tu Xwedayê Erdê ye. Berî wan gelek ehmeqên ku ziman, bawerî û vîna gel li ser vê axê qedexe kirin hatin. Lê tev hatin û çûn. Ev gel hêj li vir e. Hemû bûn dîrok û çûn. Şopa tu kesî nema. Lê hûn li vir in. Hûn tev destana Mem û Zînê dizanin. Destana çend sel salin. Heta îro hûn dizanin çend kesan ev destan qedexe kir. Lê binerin îro gel destana Mem û Zîn ji bîr nekiriye. Ziman hat qedexekirin, lê dayikan kirin lorîk û ji zarokên xwe re gotin. Kirin sitran û heta îro anîn. Gele kurd dê çawa ji kesên zimanê wan qedexe kir, çand û nasnameya wan qedexe kir re bêje 'Erê' ev dûrî aqilan e. "

‘GER HÛN DÊ DÊST DÎNIN SER VÎNÊ HERIN BER DERIYÊN DIN'

Onder, bal kişand ser polîtîkayên wan ên zext û zordariyê û wiha got: "Tu carî gotina demokrasiyê ji devê xwe dernaxin. Çima wezîrê berê ji peywirê girtin. Ji ber ku nikaribî bi hilbijartinê şaredariyê bi dest bixin. Wî jî got şer e û ew ji peywirê girtin. Ger ku cesareta wan hebe bila werin bi demokrasiyê şaredariyan ji destê me bigirin. Dixwazin dest dînin ser vîna gel. Ev çawa demokrasiyê ye. Ger ku dê bi zorê dest dinin ser vina gel bila biçin ser deriyên din. Bi girtina hilbijêran demokrasî nabe. Em yek çûn em hezar hatin. Em bi kuştin, girtin, binçavkirinê xelas nabin. Em dê di 16'ê Nîsanê de nîşani wan bidin.

‘EW BI XÊRA OCALAN REHET RAZAN'

Onder herî dawî ani ziman ku di nava 7 rojan de bi hezaran kîlometre rê meşiya û wiha got:"Em ji ber peywira xwe ji her xizmete re amade ne. HDP û siyaseta kurd ji bo Birêz Ocalan bi vînek mezin hewldana aştiyê pêş xist biparêze ket nava hewldanan. Min 3 salan ji bo pêşxistina aştiyê tevî Birêz Ocalan hewldana aştiyê peş xist. Ji bo vê yekê dozê li me vedikin. Ji bo min li ber posterê Ocalan wêne kişandiye dozê li min vedikin. Bi xêra Ocalan dayikên leşker, polîsan rehet razan. Birêz Ocalan rê li pêş rehetî û aramiya wan vekir."

ÇALAKIYA GREVÊ YA 2012'AN RÊ LI PÊŞ AŞTIYÊ VEKIR

Onder herî dawî da zanîn ku ji bo fikrên Ocalan belav nebe tecridra herî giran danîn ser Ocalan û wiha bi dawî kir: "Ev tecrîd ne tenê li ser birêz Ocalank e. Dema min ji Birêz Ocalan dipirsî dikeniya û digot 'evana tev ehmeq in. Vîna gel desteser dikin.' Çalakiya greva birçîbûnê ya 2012’an rê li pêş aştiyê vekir. Dibe ku mirov ji ber çalakiya grevê jiyana xwe ji dest bidin an nedin. Lê bêdengî teqez mirovan dikuje. Em jî ut carî bêdeng namînin. Em dê li daxwaz û berxwedana çalakgeran xwedî derkevin. Di 16'ê Nîsanê de teqes em dê biçin ser sindoqan."

Mitingê, bi hunermend Çiya berdewam kir.