Li 8 navendan coşa referandumê

NAVENDA NÛÇEYAN- Xebatên referandumê yên milê "Na"yê bi coşek mezin berdewam dike. Li Qers, Mêrsîn, Antalya, Dîlok, Mêrdînê ziyaretên gel û şahiyên "Na"yê rastî eleqeyek meztin hatin.


QERS

Ji referandumê re 5 roj man, endama MYK a HDP'ê Arîfe Çinar xebatên referandumê yên li Qersê nirxand û diyar kir ku ligel pêkûtî û êrîşan gel dê bi birayarî biçin ser sandoqan. Çinar destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de hêza herî mezin ji jinan digirin.

Çinar siyasetmedarên girtî bi bîr xist û got ku her roj bi dehan endamên HDP û DBP'ê tên girtin lê ligel vê yekê jî xebat bi biryarî didomin. Çinar diyar kir ku dê gel biçe ser sandoqan û dengê "Na" bi kar bîne û wiha berdewam kir: "Di xebatên me yên kolanan de yên bi aşkera nabêjin Na bi çav û mîmîkên xwe ve îfade dikin. ME gelek kesên bi vî rengî dît. An jî di bin çaketên xwe de nîşaneya serkeftinê dikin û nîşanî me didin. Ev tirs şerma welat e. Dİvê hilbijartin di şertên demokratîk de pêk bê lê mirov tên çewisandin. Di ferqê de ne ku ger ku bibêjin Erê ev dê li welat bibe sedema çewisandinê. Em bawer dikin ev bêdengî dê bibe Na." Çinar bang li hemû kesan kir xwest biçin ser sandoqan û xwedî li dengên xwe derkevin.

MÊRSÎN

Egîtîm Sen a Mêrsînê banga "Na" kir. Serokê Egîtîm Sen'ê ya Mêrsînê Sînan Muşlu diyar kir ku îktidara siyasî bi OHAL û KHK'an ve hemû civak girtiye bin pêkûtî, tehdîd û çewisandinê û bi vî rengî diçe referandumê, ev polîtîka prototîpa sîstema serokdewletiyê ye.

Muşlu diyar kir ku civaka Tirkiyeyê ya pir bawerî, pir çandî û pir nasnameyî bendîbendî bûye, gel hatiye hemberî hev. Muştu got ku di 16'ê Nîsanê de demokrasî, wekhevî, maf û azadiyên bingehîn b3en dengdan û xwest hemû kes di 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na".

ANTALYA

Li Antalyayê mîtîna "Na em bihevre bi ser kevin" bi coş dest pê kir. Beşdariya zêde ya jinan bal kişand û bi cilên xwe yên neteweyî ve rengên xwe dan qadê. Gel bi muzîkê govend gerand, dirûşmên "Bijî HDP" "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Peyamên parlamenterên HDP'ê yên girtî û peyamên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hatin guhdarkirin. Gel eleqeyeke mezîn nîşanî peyaman da û bi dirûşman xwestin siyasetmedarên girtî bên berdan.


MÊRDÎN

Heyeta HDP'ê ku ji parlementerên HDP'ê Erol Dora, Alî Atalan, rêveberên HDP û DBP'ê pêk dihatin yek bi yek gundên Navçeya Mêrdîn Şemrexê geriyan. Heyet gundên weke Zizne Şewaşê, Baserk û Teznê ziyaret kirin û ji gel re qala "Na" kirin. Heyet ji aliyê gel ve bi coşeke pir mezin hat pêşwazîkirin. Di dema serdana gundan de gel diyar kir kû ew ê ji bo jiyanekî azad bibêjin "Na".

DÎLOK

Rêxistina HDP’ê ya navçeya Şahînbeya Dîlokê li Parka Baliklli li ser rêya Gaziler şahiya 'Na'yê li darxist. Standa 'Na'yê ya li cem çadira mezin a AKP’ê gel li xwe kom kir. Xebatkarên NÇM'ê ya Dîlokê bi saz û erbaneyan stranên 'Na'yê û şoreşgerî gotin. Endamên HDP’ê govend gerandin û li parkê kom bûn. Gelê kom bûn bi çepikan piştgirî dan kampanya ya 'Na'yê.
Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul jî standa 'Na' yê ziyaret kir. Rêveberên HDP'ê û welatian li esnafên rêya Gazilera belavoken 'Na' belav kirin û sedema 'Na'yê vegotin.


WAN

Li navçeya Bêgirê ya Wanê, di çarçoveya xebatên referandûmê de endamên "Platforma Ji Bo Demokrasiyê Na" li navenda navçeyê xebat bi rê ve birin. Endamên platformê belavokên "Çima Divê Em Bêjin Na" belav kirin. Li navçeya Payîzavayê jî li taxan xebatên referandûmê didomin. Di xebatan de Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan û rêveberên DBP û HDP'î jî cih girtin. Botan û yên li gel wî li taxên Oveçlî, Elaçmaz û Sutluceyê geriyan û rastî eleqeyeke zêde hatin.

MÛŞ

Li gundê Çayirdere yê Malazgira Mûşê jî, xebatkarên "Na"yê serdana gundiyan kirin û belavok belavkirin. Di serdana gundan de Parlementera HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelik jî hebû. Çelik dema belavokên "Na"yê belav dikirin jinan wiha got: "Ji bo pêşeroja xwe û ji bo xwe em ê bibêjin 'Na'."

ÎDIR

Her wiha li Îdirê jî jin di çarçoveya xebatên referandûmê de hatin gel hev. Endamên TJA'yê serê sibehê bi jinan re taştê kirin û "Na"yê vegotin. Di xebatan de Parlementerê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman, Endama MYK'ya DBP'ê Semra Demir û Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder a ji peywirê hat dûrxistin jî di nav de, gelek jin û beşdarî xebatan bûn. Demir wiha got: "Tu derdoreke civakê ne azad e. Ji ber vê em dibêjin 'Na'. Em ê li qadan tim bibêjin 'Na'."