NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya girtiyên siyasî ya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger di roja 56'An de berdewam dike. Malbat ji bo bibin qerîna çalakeran û piştgiriyê bidin çalakiyên wan li gelek bajaran dest bi çalakiyê kirin. Malbatan xwest bi lezgîn daxwazên girtiyan bê bersivandin. Girtiyan xwest ji Şakranê heta Şirnexê bibin hawar û awaza çalakiya girtiyan.
Girtiyên siyasî ji bo tecrîda li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, zextên li ser girtiyan rabe dorpêça li ser gundan bi dawî bibe û operasyon rawestin 56 rojin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya mêdem û bêdorveger kirine. Ji bo daxwazên giriyan pêk bê û rayedar gavan bavêjin malatan jî dest bi çalakiyêkir. Malbat ji bo bibin dengê çalakiyên girtiyan li gelek bajaran çalakiya greva birçibûnê dest pê kir.
İZMİR
Bloka Aştiyê ya Îzmirê jî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya girtiyên Şakranê ku 56 rojin di grevê dene, li ber girtîgeha Şakranê daxuyani dan. Xizmên girtiyan, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cigirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, Hevberdevkê Partiya Çep û Keskan Naci Sonmez, Hevberdevkê Bloka Aştiyê Bahadır Altan, rêveberên HDP û ÎHD'ê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Înîsiyatifa Piştevaniya Bi zindanan re û rêveberen KESK'ê amade bûn. Cendirmeyan qada ku daxuyanî lê hat dayîn dorpêç kir û yek bi yek di kontrolê re derbas kirin. Cendirmeyan 5 hezar tl cezayê pereyan li otobusekê birî. Komê bi silogana "Bêzarî tune berxwedan heye" "Bijî berxedana zindana" û "Li dijî faşîzmê mil bidin mil." berz kirin û cendirme şermezar kirin.
Li qadê bi 3 zimanan daxuyanî hat dayîn. Li ser navê Bloka Aştiyê Bahadır Altan, daxuyanî xwend û xwest demildest daxwazên girtiyan pêk bê û her kes li daxwazên girtiyan xwedî derkevin.
Daxuyanî bi çepik û tîlîlîyan bi dawî bû.
ŞIRNEX
Li navçeya Hezexe ya Şirnexê jî endam û rêveberên KCD, HDP, DBP û TJA'yê daxuyanî dan. Nûnerên rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî li avahiya HDP'ê ya Hezexê daxuyanî dan û xwestin her kes piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan. Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê ZekÎ Îrmez, anî ziman ku ji ber daxwazên girtiyan nayên bersivandin rewşa girtiyan hatiye asta krîtîk û xwest her kes deng û daxwazên girtiyan bibhîzin û piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan. Îrmaz, bang li hemû gelan kir û xwest piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan.
Xizmên girtiyan jî xwest her kes li diji mirina girtiyan dengê xwe bilind bikin.