Hevşaredaên Milazgirê hatin girtin

MÛŞ - Hevşaredarên Milazgîrê Halîs Coşkun û Memnune Seylemez û Wekîlê DBP'ê yê Milazgîrê Maşallah Burhanli yên hatibûn binçavkirin hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

Hevşaredarên Milazgîrê Halîs Coşkun û Memnune Seylemez û Wekîlê DBP'ê yê Milazgîrê Maşallah Burhanli yên di 18'ê mijdarê de hatibûn binçavkirin piştî ku derxistin dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Coşkun, Soylemez û Burhanli bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin.

Hersê kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

Piştî girtina hevşaredaran îro jî polîsan şaredarî dorpêç kirin, hatin û çûyînên şaredariyê bi kontrola polîsan tê kirin.