DERSIM- Li Dersimê ji kesên ku di operasyona 4'ê Nîsanê de hatin binçavkirin, 10 kesên din jî hatin girtin.
Di 4'ê Nîsanê de bi navenda xwe Dersim, li 11 bajaran bi awayekî hevwext gelek kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 12 jê piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan, sewqî Edliyeya Dersimê hatin kirin. Piştî karên îfadedayîna dozgeriyê her 12 kes bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Dersimê hatin kirin. Dadweriyê Meriç ve Îrfan Ekici serbest berda, 10 kes jî girtin.
Navê kesên hatin girtin ev in: Keyayê Gundê Çaxperiyê Hasan Yumuk, Keyayê Gundê Kozlûcayê Veli Aslan Akgul, Keyayê Gundê Kizikê Mesut Aslan, Huseyin Tutum, Ali İhsan Kalyan, İbrahim Arslan, Mazlum Kalogullari, Umit Çakir, Nurcan Seven, Kaya Hida Yaşaer.
Hat zanîn ku dê kesên hatine girtin bişînin girtîgehên li Xarpêtê.
Tevî 10 kesênd awî, li Dersimê di çarçoveya operasyonê de hejmara kesên hatin girtin gihaşt 33'yan.