NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, di çarçoveya propagandaya referandûmê de, di TRT'ê de axivî. Baydemir wiha got: "Em ji zilmê re bibêjin 'Na'. Em riya diçe aramî, baweriyê kurt bikin. Dê bi 'Na'yên me dawî li zilmê bê."
Di çarçoveya propagandaya referandûmê de, navên ku ji aliyê partiyên siyasî ve hatin diyarkirin di TRT'ê de diaxivin. Ewil li ser navê HDP'ê Berdevkê Partiyê Osman Baydemir axivî. Baydemir wiha axivî: "Şeva we bi xêr û bêr be. Ez we hemûyan ji bo 'Na'yê vedixwînim. Divê dadgehên serbixwe û bêalî bi tu awayî ne di bin banê tu partiyê de bin. Ji ber vê ji bo edaletê 'Na'. Em bi wijdan û aqilê xwe dengên xwe bi kar bînin. Em dixwazin li vê erdnîgariyê xwedîgotin bin. Em ji zilmê re bibêjin 'Na'. Em riya diçe aramî, baweriyê kurt bikin. Dê bi 'Na'yên me dawî li zilmê bê."