MERSÎN - Li Tirkiye piştî 370 komele hatin girtin, li Mêrsînê komeleya Rojava hat mohrkirin.
Li Mêrsînê piştî gelek komele li ser biryara Wezîrê Karên Hundir hatin girtin Komeleya Piştevanî û Alîkariya gelê Rojava jî hati mohrkirin. Li Tirkiye di çarçoveya biryarên KHK'ê de bi fermana Wezîrê Karên Hundir 370 komele hatin girtin. Di nava komeleyên hatin girtin Komeleya Rojava ya Mêrsînê jî hat mohrkirin. Komeleya ku li taxa Kurdali ya navçeya Toroslar a Mêrsînê bû ji aliyê karmendên maliyê û polîsan ve hat mohrkirin.