Li Bûrsayê ji 15 kesên hatin binçavkirin 6 jê hatin girtin

BÛRSA- Li Bûrsayê ji 15 kesên ku di 3'yê Nîsanê de hatin binçavkirin, 6 jê hatin girtin.

Li Bûrsayê, di sibeha 3'yê Nîsanê de bi se rgelek malan de hatibû girtin û di van serdegirtinan de 15 kes hatibûn binçavkirin. Ji 15 kesên hatin binçavkirin 9 jê ji aliyê Dadweriya Lêpirsînê ya Bûrsayê hatin berdan. Husamettin Esen, Mehmet Başak, Omer Kaplan, Ayhan Bahadir, Ceylan Gokçen û Firat Adiyaman jî bi "Endamtî û propagandaya rêxistinê" hatin girtin.