ÎZMÎR- Li Girtîgeha Şakranê 57 roj in greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger didome. Girityên jin ên li Şakranê jî bi riya hevalên xwe yên hatin tahliyekirin nameyek şandin. Girtiyan di nameyê de wiha got: "Heta bi berxwedanê bersiv neyê dayîn û berxwedan neyê bihîstin dê qetlîm dest pê bike. Ji bîr nek in bêdengî qetlîam e."
Li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê, greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger di roja 57'an de didome. Li heman girtîgehê girtiyên jin jî bi riya hevalên xwe yên hatin tahliyekirin nameyek şandin û banga xwedîderketina li greva birçîbûnê kirin.
Nameya girtiyan wiha ye:
‘SEPANDIN TAM VEGUHERÎNE ÎŞKENCEYÊ'
“Ji roja ku Girtîgeha Şakranê vebûye heta niha, tim îşkence û çewisandin di rojevê de ne. Li ser dayikên me yên 60 salî heta zarokên 5 salî hemû seandinên wan tam veguherîne îşkenceyê û dema ku canê leşker û polîsan dixwaze bi ser me de digirin û gardiyan xwe wek kralan dibînin. Di 8'ê Mijdarê de wek operasyona 19'ê Kanûnê polîsa û leşker bi ser qawîşên me de girtin, hewl dan provakasyonê derxînin û bi vî awayî zemîne qetlîamê biafirînin. Lê belê, ji ber em bi hestiyarî tevgeriyan ev nêzîkatiya wan li vala derket, lê vê carê li qawîşan eşyayên me hatin talankirin, hatin qetandin û piranî jê jî bi hinceta gumanbariyê hatin desteserkirin. Di çarçoveya gumanbariyê de wêneyên aîdî Çewlîg, Stenbolê yên Rojnameya Cumhuriyetê, rojnivîsk, nîşeyên der barê ekolojiyê de, helbest, pirtûkên bi kurdî (bi hinceta zimanekî nenas) hatin desteserkirin. Lê heta niha bi tu awayî ev eşya li me nehatine vegerandin û ji wê rojê heta niha gardiyan wek tîmên taybet bi ser qawîşan de digirin û hema bêje her derî talan dikin.
‘EŞYAYÊN ME TÊN DIZÎN'
Piraniya eşyayên me hatine desteserkirin û gelek caran jî bêyî hayê me jê hebe hema bêje eşyayên me didizin. Heftê rojê carekê an jî du caran bi ser qawîşên me de digirin û dixwazin provakasyonê derxînin. Em wek girtiyên siyasî û polîtîk, ji ber xwedî tecrubeyeke zêdeyî 40 salan in û ji ber em li gor rojeva siyasî ya welat tevdigerin, em hemû hewldanên wan berteraf dikin. Lê belê ji niha û pê ve ji bilî berxwedanê tu tiştek nemaye.
Hevdîtinan li me û malbatên me vediguherînin îşkenceyê. Heqaretan li serdêrên me dikin û lêgerîna tazî li wan ferz dikin. Li serdêrên me yên ducanî didin û pehînan davêjin nava wan. Hemû giliyên me bê bersiv man. Bi ser de wek me îşkence li serdêra ducanî kiribe, cezayê hevdîtinê li me dibirin. Dîsa pirtûk û materyalên çapemeniyê mafên me yên herî xwezayî ne, lê ev mafê me hatiye xespkirin. Ji xwe ev 6 meh in xweşî me pirtûk wernegirtine. Ji derve hatine hemû pirtûkan qedexe kirine. Halbû qanûneke bi vî awayî tune ye. Hemû pirtûkên ku em dixwînin qanûnî ne, lê li girtîgehan hemûyan veguherandin yên derqanûnî.
‘HEKE XWE LI NEBISTINÊ BÊ DANÎN DE QETLÎAM DEST PÊ BIKE'
Dîsa xwestin li ser hewadariya me ya biçûk qefesekê çêbikin, lê ji ber me li ber xwe da qefes nehat çêkirin, lê sinyala dê di demeke nêz de çêbikin didin. Pêşî Şkaran vediguherînin tabûyan. Û beriya ev der veguherin goristanan divê hemû raya giştî, vê rawestîne. Em ji bo lêgerîna azadiya gelekî têkoşiyane û me xistine girtîgehan. Me li her cihwarî li ber xwe daye û didin. Lê belê, bi taybetî vê asta têkoşîna me êdî asta têkoşîna mirovahiyê ye. Ji bo dawî li vê zilmê bê û dawî li hemû operasyonên qirkirinê yên bi OHAL'ê re hatin destpêkirin bê, ev zêdeyî 50 rojî ne hevalên me ketine greva birçîbûnê. Bêyî bi derengî keve, divê qîrîna li zindanan bê bihîstin. Heta bi berxwedanê bersiv neyê dayîn û li hemberî yên li ber xwe didin xwe li nebihîstinê bê danîn, dê qetlîma rastîn dest pê bike. Divê kes ji bîr neke ku bêdengî qetlîam e."