'Em pêşî deng bidin piştre sindoqan biparêzin'

AMED - Amediyan, ji bo referandûmê bang avêtina sindoqan û parastina sindoqan kirin û gotin, divê pêşî dengên bidin û paşê sindoqan biparêzin.

Ji referandûmê re 4 roj man û partiyên siyasî jî amadekariyên mîtîngên xwe yên fînalê dikin. Her wiha hilbijêr jî bêyî sebir li benda encamên sindoqan e. Li Ameda ku dê roja Yekşemê welatî biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin, welatiyên bajêr bang li her kesî kirin da biçin ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkevin.

‘EM Ê HEM BIÇIN SER SINDOQÊ, HEM JÎ SINDOQAN BIPARÊZIN'

Welatiyê emekdar Tahir Ulug (77), dest nîşan kir ku referandûm bi kêrî gelan nayê û got, li welatekî pirzimanî, pirçandî û pirnasnameyî bi tu awayî nayê qebûlkirin ku hemû raye têkevin destê kesekî tenê. Ulug, anî ziman ku ji ber vê divê di 16'ê Nîsanê de "Na" derkeve û wiha axivî: "Em ji kesên zimanê dayikên înkar dikin, baweriyan înkar dikin û ji yek ala û yek zilamiyê re dibêjin 'Na'." Ulug, anî ziman ku ew bawer dike ku dê ji sedî sed di referandûmê de "Na" bi ser keve û got, wê demê dê gel rihet bibe. Ulug, dest nîşan kir ku li Amedê atmosfera "Na"yê heye û wiha bang kir: "Banga me ji bo gel e; ev ne hilbijartineke normal e. Ji ber vê divê her kes biçe ser sindoqan û sindoqên xwe biparêze. Divê kesên dibêjin 'Na' heta dawiyê sindoqên xwe biparêzin. Heke neyên parastin dê sixtekarî jî çêbibe û dê derew jî."

‘ÇI DIBE BILA BIBE DIVÊ EM BIÇIN SER SINDOQAN'

Îbrahîm Arjen (62), anî ziman ku çi dibe bila bibe ew ê biçin ser sindoqan û got, ev guherandina Qanûna Bingehîn ne ehlê demokrasiyê ye. Arjen, bang li her kesî kir divê biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin û got, li Tirkiyeyê dibe ku li ser sindoqan sixtekarî çêbibin. Arjen, dest nîşan kir ku ji bo hîle û sîxtekarî çênebin, divê peywirdarên sindoqan baş tevbigerin û heta dawiyê sindoqên xwe biparêzin.

Azad Çekme (18) ê ku dê cara ewil dengê xwe bi kar bîne jî, dest nîşan kir ku divê her kes biçe ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkeve.

‘DEMA EM DENG BI KAR BÎNIN EM DU CARAN BIFIKIRIN'

Mamosteyê 24 salî Mehmet Kara, anî ziman ku di dema dengdayînê de divê her kes du caran bifikire û got, divê her kes xwedî li vîna xwe derkeve. Kara wiha axivî: "Dema em biçin ser sindoqan divê em ji bo pêşeroja xwe du caran bifikirin. Divê yên li ser sindoqan jî baş hayê jê hebin. Ji bo pêşeroja mirovan divê em baş bifikirin. An jê dê encam bandorê li me hemûyan bike."

‘DENGEK DIKARE WELATEKÎ BIGUHERÎNE'

Berat Menekşe (24) ê berbertiyê dike, anî ziman ku ew ê teqez bibêje "Na" û got, ew li dijî rejîma yekzilamî û dîktatoriyê ye. Menekşe, li dijî her cur esixtekarî û hileyan anî ziman kuî divê her kes xwedî li dengê xwe derkeve û sindoqa xwe biparêze. Menekşe wiha domand: "Divê gelê me nebêje ma dê dengek çi biguherîne. Heke kesên wisa hebin, ez bang wan dikim teqez divê biçin ser sindoqan. Qîmeta dengekî gelek zêde ye. Heke em neçin ser sindoqan dê dengê me ji 'Erê' re biçin. Bila her kes roja referandûmê çi ji destê kê tê bike. Helbet ez ê biçim ser sindoqê. Û ez ê heta êvarî li ser sindoqê bim. Dengek dikare welatekî biguherîne. Banga min ji bo gel ew e ku, bila destê xwe deynin ser wijdanê xwe û çi hewce be bikin. Em amedî çi ehwce me em ê bikin."

HEKE SINDOQ NEYÊN PARASTIN...

Roza Edin a li dibistaneke taybet mamostetiyê dike jî, anî ziman ku ew ê teqez biçe ser sindoqê û dengê xwe bi kar bîne û bang li her kesî kir divê biçin ser sindoqan. Edin, dest nîşan kir ku çûyîna ser sindoqê peywirek e û got, divê di 16'ê Nîsanê de ev peywir bi cih bê.

Bariş Akol ê 62 salî jî wiha got: "Ez ê biçim ser sindoqê. Ev hilbijartin dê çarenûsa vîw elatî diyar bike û divê her kes biçe ser sindoqê. Gelek kar dikeve ser milê kesên li ser sindoqan. Divê sindoq bên parastin. An jê dê encam bi şaîbe bin."