BEDLÎS - Walîtiya Bedlisê li 4 gundên navendî yên Bedlîsê qedexeya derketina derve îlan kir.
Walîtiya Bedlîsê li 4 gundên navendî qedexeya derketina derve îlan kir. Walîtiye di malpera xwe ya fermî de diyarkir ku ji 12'ê Nîsanê heta fermanek din li gundên Oleka Jor û Oleka Jêr, gundên Balçiya Jêrîn û Balciya Jorîn mezrayên girêdayî wan qedexya derketina derve hatiye îlankirin Walîtiyê da zanîn ku heta fermanek din dê qedexe berdewam bike. Duh li herêmê operasyona bejayî û hewayî hatibû destpêkirin.
DI QEDEXEYA 14 ROJ BERÊ DE 17 CENAZE DERKETIN
Li Bedlîsê di 28'ê Adarê de li 7 gundên Tetwanê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Piştre operasyona bi piştgiriya balefir û helîkopteran pêk hatibû. Di operasyonê de hatibû îdîakirin ku 12 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane û yek jî bi saxî hatiye girtin. Di 5'ê Nîsanê de ji li heman herêmê operasyon hatibû lidarxistin. Di operasyonê de hatibû îdîakirin ku 6 endamên HGP’ê jiyana xwe ji dest dabûn.