TEKÎRDAG - Li kargeriya tekstîlê ya Çerkezkoyê teqîn pêk hat. 29 karkerên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.
Li kargeriya tekstîlê ya Herêma Organîze Sanayî ya Navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê teqîn pêk hat. Di teqînê de 29 karkerên birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Çerkezkoyê. Piştî teqînê yekîneyên agirkujiyê û polîs çûn herêmê. Karkerên fabrîqeya dora bûyerê jî li dijî bûyerên pêkan şandin malên wan. Qeymeqamê Çerkezkoyê Atilla Selami Abban û Şaredarê Çerkezkoyê Vahap Akay çûn cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Qeymeqam Abban diyar kir ku qeza ji ber reaksiyona kîmyewî pêk hatiye. Abban, da zanîn ku ji ber bêhnê û duxanî karkerî hatiye valakirin. Hat zanîn ku piştî yekîneyên agirkujê mudaxale kiriye duxan kontrol kirine.