AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, dema Parlamentera Parlamentoya Ewropayê bû ji ber ku vîtamînên B1 ji bo girtiyên di sala 2012'an de ketibû greva birçîbûnê ji Ewropa anîn Tirkiye hatibû dersinorkirin. Uca, têkildarî çalakiyên niha li girtîgehan berdewam dike got: "Îro pêwistî hebe ez dê dîsa vîtamînên B1 bînim."
Girtiyen siyasî ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawi bibe, zextên li ser girtiya rabe û dopêça li ser gundên herêmê û operasyonên siyasî û leşkerî bi rawestin, di 15'ê Sibatê de li Şakranê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li Şakranê 57 rojin berdewam dike. Piştî girtiyên siyasî li Şakranê dest bi çalakiyê kirin li gelek girtîgehên din jî kom bi kom çalakî hatin destpêkirin û çalakiya girtiyan her ku diçe li girtîgehan û li derve belav dibe. Li derve jî malbatan li Îzmir, Stenbol, Wan û Amedê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya çalakgeran û daxwazên çahakiyan pêk bê dest bi gireva dorveger kirin. Li Amedê koma ku ji 20 kesên malbatên girtiyan û nûnerên saziyên sivîl hene, ji bo piştgiriyê bidin çalakiyê di 10'ê Nîsanê de li salona Vedat Aydin a avahiya DBP'ê ya Amedê dest bi çalakiyê kirin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca jî di nava çalakiyê de cihê xwe digire. Uca, dema Parlamentera Parlamentoya Ewropayê bû ji ber ku vîtamînên B1 ji bo girtiyên di 12'ê Îlona sala 2012'an de ji bo tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe ketibûn greva birçîbûnê ji Ewropa anîn Tirkiye hatibû dersinorkirin. Uca, têkildarî çalakiyên niha li girtîgehan berdewam dike nerînên xwe anîn ziman.
‘ÇALAKIYA NIHA BERDEWAMA 2012'AN E'
Uca, destnişan kir ku wê demê li ser Ocalan tecrîd hebû û girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan çalakî pêk anîbû û niha jî li ser Ocalan tecrîd heye û daxwazên girtiyan eynî ye. Uca, anî ziman ku ji bo daxwazên girtiyan li ber çavan bê girtin û gav bên avêtin bi armanca piştgiriyê dest bi çalakiyê kiriye û wiha got: "Çalakiya greva birçîbûnê ya niha berdewama çalakiya 2012’an e. Îktîdar li hemberî van daxwazan ker û kor e. Hevdîtinên me jî bê encam man."
'DAXWAZÊN GIRTIYAN JI BO PÊŞEJORA GELAN E'
Uca, anî ziman ku daxazên girtiyan ji bo pêşeroja gelan e û wiha got: "Girtî dixwazin tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Dixwazen demek berî demekê hevdîti pêk bên. Daxwazên girtiyan ne tenê parastina mafên wan e, di heman demê de ji bo pêşeroja gelê kurd û gelên din e. Ji ber vê yekê bêdengî mirin e. Divê her kes li vê çalakiyê xwedi derkevin.
HEWCE BE EZ DÊ ÎRO JÎ HEMAN TIŞTAN BIKIM
Uca, da zanîn ku di sala 2012'an de ji ber vîtamînên B1 hat dersînorkirin û îro pêdivî bi vîtaminan hebe dê dîsa biçe Ewropa vîtamîn bîne. Uca, anî ziman ku niha jî vîtamîna B1 nadin girtiyan û xwest rayedarên hikûmetê li hemberî vê pêdivîya girtiyan hasas tev bigere û wiha got: "Ez carek din Kemal Pir, Hayri Durmuş, bibîr tinim. Berxwedana li Zindana Amedê di pêşengiya Mazlum Dogan de pêş ket, îro berdewam dike. Çalakgerên grevê îro di roja 57’an de dîrokê dinivîsin.