4 roj beriya referandumê 115 kes hatin binçavkirin

AMED- 4 roj beriya referandumê polîsan li Amed, Sêrt,. Hatay, Stenbol û Antalyayê bi ser gelek malan de girt û herî kêm 115 kes binçav kirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de pîra 72 salî Zekîye Ozgen jî heye.

4 roj beriya referandumê polîsan li Amed û navçeyên Amedê, Sêrt, Hatay, Antalya û Stenbolê bi ser gelek mal û kargeriyan de girt û herî kêm 115 kes binçav kirin. Li Amedê stajyera dihaberê Sureyya Dal, Endamê Meclîsa DBP'ê Metin Egicî jî hat binçavkirin. Kesên li Amede hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Amedê.

Li Amed û navçeyên Amede kesên hatin binçavkirin wiha ne:

YENÎŞEHİR:

Li navçeya Yenişehîr a Amedê: Rabia Ataş (52) Rojnameger Savaş Aslan, Endama çapemeniya TJA’yê Ruken Şehîr

LÎCE:

Li navçeya Lîcê ya Amedê: Keya Hanefi Gulen, xebatkarê şaredariyê Mehmet Akşahin, Veysi Ozkan û Mizgin Kirhan

PASÛR

Li navçeya Pasûr û gundên wê: Herî kêm 25 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin; Halil Taş, Ersin Eren, Vezir Tekin, Mehmet Eren, Hacı Polat, Abidin Bakay, Cengiz Îpek, Cuneyt Îpek, Secaattin Kiliç û Refik Yavaş Kulp

KARAZ

Li navçeya Karazê kesên hatin binçavkirin: Deniz Dadak, Faruk Dadak, Fehbî Tunç, Ahmet Çakubay, Huseyin Kiliç, Hasan Kiliç, Mahsum Tarhan

HÊNÊ:

Li navçeya Hênê; Fesih Karataş, Nevin Oktay, Sabri Ozdemir, Ercan Bozyel, Veysi Topkaya

PÎRAN

Li navçeya Pîranê: Ferhat Ozyoldaş, Mehmet Çelebi, Şahabettin Dinkay.

HEZRO: Aydİn Topbaş, Şaydin Çatak, Fırat Bizer, Taylan Dolan, Fatih Guleş, Hakan Topbaş.

FARQÎN

Li navçeya Farqînê: Hulya Biçen, Mahmut Kanç, Îlhami Başaran, Musa Çiçek.

ŞÎRWAN-SÊRT

Li gundê Zîvzîvkê yê navçeya Şîrvana Sêrtê jî leşkeran bi ser malan de girt û pîra 72 salî Zekiye Ozgan, ji heman malbatê Emine Ozgan, Muhteber Ozgan, Husnü Ozgan, Bedrettin Ozgan, Hakim Ay hatin binçavkirin.

BI SER GUND DE GIRTIN

Li gundê Zoqeydê yê Navçeya Misircê ya Sêrtê jî leşkeran bi ser gund de girt. Leşkeran bi ser malan de girt û lêgerîn didome.

STENBOL

Polîsan li Stenbolê jî bi ser gelek navnîşanan de girt û 27 kes binçav kirin. Polîsan li navçeyên Sultanbeyli, Sancaktepe, Umraniye, Avcilar, Arnavutkoy, Bagcilar, Bahçelievler, Beyoglu, Başakşehir, Beylîkduzu, Esenyurt, Gaziosmanpaşa, Kagithane, Kuçukçekmece û Sultangazi bi ser 35 malan de girt û reveberên HDP'ê jî di navde 27 kes binçavkirin.

HATAY

Polîsan li navçeya Îskenderun û Antakya yên Hatayê jî bi ser gelek malan de girt û kedkarên tenduristiyê û rêveberên HDP'ê jî di navde gelek kes binçavkirin. Hin kesên navê wan hat zanîn wiha ne: Mutlu Aymaz, Resul Varhan, Merve Varhan, Ziya Aslan, Medine Şahin, Ercan Dogan.

ANTALYA

Polîsan li Antalya jî hemwext bi ser gelek navnîşanan û malan de girt. Polîsan tax û mal dorpêç kirin û bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de lêgerîn kirin û 4 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin rêveberê HDP'ê yê Alanya, Mehmet Eryılmaz, Hevserokê HDP'ê yê Alanya Fahrettin Kiraz, Xwendekarê Zanîngeha Akdenizê Ogün Balikçi û Necdet Aydin hatin binçavkirin.