Anketa dawî ya referandumê: 'Na' ji sedî 53.75 ye

NAVENDA NÛÇEYAN - Şirketa AKAM ku daxuyanî da û got "Ger 'Erê' derkeve em dê şîrketê bigirin" encama anketa dawî ya referandumê aşkere kir. Li gorî anketa dawî ya AKAM'ê rêjeya "Na" ji sedî 53.75 û rêjeya "erê" jî ji sedî 46.25 e.

Ji referanduma 16'ê nîsanê re 4 roj man. 4 roj beriya referandumê Navenda Lêkolînên Cmeaweriyê ya Avrasya (AKAM) encama anketa dawî bi raya giştî re parve kir. Şirketa AKAM ku daxuyanî da û got "Ger 'Erê' derkeve em dê şîrketê bigirin" encama anketa dawî ya referandumê aşkere kir. Li gorî anketa dawî ya AKAM'ê rêjeya "Na" ji sedî 53.75 û rêjeya "erê" jî ji sedî 46.25 e.

AKAM'ê li 26 bajarên wekî Stenbol, Enqere, Îzmir, Konya, Qeyserî, Wan, Agirî, Dîlok, Erzirom, Trabzon û navçeyên wan anket çêkir. Li gorî encamên anketa AKAM'ê rêjeya "Na" ji sedî 53.75 û rêjeya "erê" jî ji sedî 46.25 e. Dîsa li gorî anketê rêjeya partiyan wiha ye: AK Partî ji sedî 48.3, CHP ji sedî 30.2, HDP ji sedî 10.2 deng digirin û bendê derbas dikin. MHP jî ji sedî 9.1 deng digire û di bin bendê de dimîne.