AMED - Walîtiya Amedê tekîldarî teqîna li dijî Miduriyeta Polîsên Hêzên Çevik û TEM'ê ya Amedê pêk hat, daxuyanî da. Walîtiyê têkildarî teqîna ku 3 persolen mirin û zêdeyî 100 personel birindar bûn diyar kir ku di teqînê de tonek teqemenî hatiye bikar anîn û karê pisporî ye.
Di 11'ê Nîsanê de li dijî Midûriyeta Polîsên Hêzên Çevîk û TEM'ê ya li navçeya Rezan a Amedê teqîn pêk hat. Di teqînînê de 3 personelan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 kes birindar bûn. Wezîr Soylu ewil got "li tamîrxaneya panzêran teqîn pêk hatiye û ji di tamîra panzêrê de teqîn çêbûye. Soylu, piştre aşkere kir ku tunel hatiye kolandin. di tunelê de teqemenî hatiye bicih kirin. Walîtiya Amedê jî têkildarî bûyerê daxuyanî da. Walîtiyê di daxuyaniyê de aşkere kir ku pêşî 5 kes û piştre jî 172 gumanbar hatine binçavkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 2 personelên sivîl û polîsekî jiyana xwe ji dest daye û 4 kes jî hêj li nexweşxaneyê tên tedawîkirin. Walîtiyê da zanîn ku di jêrzemîna avahiya bi midûriyetê ve girêdayî li atolyeya tamirê ya Midûriyeta Karê Tamirê pêk hatiye. Walîtiyê da zanîn ku nêzî 30 metre tunel hatiye kolandin û teqemeniya ku ji RDX, Amonyum Nitrat, TNT û mazotê hatiye amadekirin hatiye teqandin. Walîtiyê anî ziman ku teqemenî li gorî eyara demê hatiye teqandin.
172 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Walitîyê da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de têkildaî bûyerê ewil 5 şikdar hatine binçavkirin û piştre jî piştî 12.04.2017'an 172 şikdar hatine binçavkirin. Walîtiyê da zanîn ku lêpirsîna wan didome.